Delîl Dîlanar li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dertê pêşiya hezkiriyên xwe

14-10-2022
RÛDAW
Nîşan Delîl Dîlanar Dengbêj Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar Delîl Dîlanar ku yek ji xwedî dengê bi hêz ê muzîka Kurdî ye, piştî 27 salan li ser xaka ku lê ji dayik bûye, dertê pêşiya hezkiriyên xwe.

Hunermend Delîl Dîlanar ku yek ji hilgirê kevneşopiya dengbijiya modern a Kurdî ye, piştî 27 salan bi konsera ku li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç a Amedê di 13ê Gulana 2022an de roja Înê li dar xist, derket pêşiya hezkiriyên xwe.

Dîlanar bi salan e ku kevneşopiya dengbêjiyê ya ku koka wê di dîroka devkî ya Kurdî de zindî diparêze, dibe alîkar ku pirek mezin di navbera paşeroj û pêşerojê de ava bibe.

Delîl Dîlanar li herêma Serhedê ya ku zarokatiya xwe lê derbas kiriye, li dîwana gelek dengbêjên mezin bi taybetî Huseynê Muşî rûniştiye û bi dengê wan hatiye naskirin.

Hunermend Delîl Dîlanar ê ku ji mamosteyê mezin ê Meya Kurdî Eqîdê Cimo ku bi Radyoya Êrîvanê di dîroka muzîka Kurdan de wek "Efsaneyek" derbas bû, perwerdeya enstrumanan wergirtibû, bi têkelkirina melodiya enstrumanê û dengbêjiyê bandoreke mezin li muzîka kurdî kir.

Dengê Dîlanar ku ji dîwanan bilind dibû, bi rêya televizyonan gihîşt gund, mal û bajaran. Ev dengê bi hêz her ku diçû bilind dibû, di serî de li Almanyayê, li Amerîka û gelek welatên cîhanê konseran li dar xist.

Di rêwîtiya bi prestîj a Delîl Dîlanar a di cîhana hunerê de, dengê hunermendê bi hêz û dengbêjiya nûjen ku ew temsîl dike, bala sînemayê jî kişand ser xwe. Derhêner Bulent Gunduz jiyana Delîl Dîlanar kiribû fîlm.

Fîlmê ku baleke mezin kişand ser xwe, di Festîvala Fîlman a Los Angelesê de xelatên Strana Herî Resen û Fîlmê Herî Baş wergirt.

Bernameya konserên Delîl Dîlanar wiha ye:

15ê Cotmehê roja Şemiyê demjimêr 20:30 li Navenda Çandî ya Nazim Hîkmet Yenimahalle Enqere

21ê Cotmehê roja Înê demjimêr 20:30 Navenda Çandê ya Ataturkê ya Şaredariya Yenîşehîrê Mêrsîn

22ê Cotmehê roja Şemiyê demjimêr 20:30 /01 Burda PGM Edene

23 Cotmehê roja Yekşemê demjimêr 20:00 Salona Alyans a Êlihê

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst