Hawara Kurdên Anatolyaya Navîn: Li Enqereyê Gundekî Kurdan

12-05-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nivîskar Dr. Fîkret Yildiz/Wêne: Rûdaw
Nivîskar Dr. Fîkret Yildiz/Wêne: Rûdaw
Nîşan Dr. Fîkret Yildiz Kurdên Anatolyaya Navîn Mîkaîla
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Dr. Fîkret Yildizê ku bi xwe jî Kurdekî Anatolyaya Navîn e û li Almanyayê dijî pirtûkek çap kir ku ji belgeyên serdema Osmaniyan û arşîvên Komara Tirkiyeyê pêk tê.

Di derbarê dîroka Kurdên Anatolyaya Navîn de heta niha gelek lêkolîn hatine kirin û heman demê di arşîvên Osmaniyan de li ser Kurdên Anatolyaya Navîn gelek belge hene.

Di van salên dawî lêkolînên di derbarê Kurdên Anatolyaya Navîn de roj bi roj zêdetir dibin.

Derbarê Kurdên Anatolyaya Navîn herî zêde pirtûk tên çapkirin û belgeyên di serdema Osmaniyan de tên belavkirin.

Yek ji wan berheman jî bi navê “Li Enqereyê Gundekî Kurdan: Mîkaîla” ji aliyê Dr. Fîkret Yildiz ve hatiye nivîsin û hatiye çapkirin.

Ji bo pirtûka Fîkret Yildiz li Enqereyê roja danasîn û îmzeyê hat lidarxistin.

“Me nexwest ku dîroka me winda bibe”

Nivîskar Dr. Fîkret Yildiz got, “Yekem car e ez karekî wisa dikim.

Ez ji Kurdên Anatolyaya Navîn im û hemû malbata min ji Anatolyaya Navîn e.

Ev kar li cem min karekî gelekî biqîmet e. Me nexwest ku dîroka me winda bibe.

Em dixwazin çanda xwe, zimanê xwe bi nifşên nû jî bidin nasandin.

Em her tim deng dikin lê gotin difire û diçe lê nivîs dimîne. Me jî ji bo wê armancê nivîsand.”

Pirtûka Dr. Fîkret Yildiz ji 382 rûpelan pêk tê û zêdetir jî ji hindek belgeyên arşîvên serdema Osmaniyan û Komara Tirkiyeyê pêk hatiye.

Ji bo vê berhemê li Enqereyê roja danasîn û îmzayê hat kirin û gelek Kurdên Anatolyaya Navîn û Kurdên ji bajarên din beşdar bûn.

“Heta niha dengê Kurdên Anatolya Navîn derneket”

Beşdarê roja îmzeyê Eladîn Aras diyar kir, “Heta niha dengê Kurdên Anatolya Navîn derneket.

Lê ev çend sal in êdî hêdî hêdî bi Kurdî dinivîsin û bi Kurdî diaxivin û gelek berhemên hêja amade dikin.

Lê mixabin nivîsa wan hîn jî bi Tirkî ye em hêvî dikin ku ew êdî nivîsên xwe jî bi Kurdî binivîsin.”

“Ev pirtûk li ser Kurdên Anatolyaya Navîn nivîsiye”

Beşdarê roja îmzeyê Celal Yildiz wiha axivî, “Dr. Fîkret Yildiz hevalekî min e berê ye.

Demekê serokê Komkarê ya Almanyayê bû û ew xelkê Anatolyaya Navîn e.

Di vê dawiyê de Kurdiya xwe bi pêş xist û axaftin û nivîsandina wî baş e.

Ev pirtûk jî li ser gundê xwe û bi taybetî jî li ser Kurdên Anatolyaya Navîn nivîsiye.”

Dr. Fîkret Yildiz ku Kurdekî Anatolyaya Navîn e bi salan e li Almanya dijî û pêştir romaneke bi navê “Li Benda Keskesorê” nivîsiye û ew heman demê nivîskarê Kovara Bîrnebûnê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst