Li Qamişlo kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd birêve çû

11-09-2020
RÛDAW
4emîn kongre bi beşdariya hejmareke zêde ya nivîskar û helbestvanan birêve çû
4emîn kongre bi beşdariya hejmareke zêde ya nivîskar û helbestvanan birêve çû
Nîşan Yekîtiya Nivîskarên Kurd Nivîskar Qamişlo Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di bin diruşma, “Nivîskar Balyozên Doza Gelê Xwe ne” çaremîn kongreya xwe encam da.

Di wê kongireyê de hejmareke mezin ji nivîskar û helbestvanên herêma Cizîrê beşdar bûn û tê de hejmarek gotar hatin xwendin.

Di kongreya çaremîn de tekezî li ser rola nivîskar di warê berevaniya di ber doza Kurd û gelên navçeyê de hat kirin.

Ji aliyê xwe ve Qadir Egîd, Endamê Komîteya Amadekar ya Kongireya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ji Rûdawê re ragihand, komîteya rêvebir dê were hilbijartin û dengdan dê li ser hilbijartina serokê Yekîtiyê birêve biçe.

Qadir Egîd got, “Derdora 50 endaman dê ji derdora Dirbesiyê, Amûde, Qamişlo, Tirbespiyê û heta Dêrikê di kongreyê de amade bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst