Li Amedê salane 50 hezar metrekare cama xweragir bo Holandayê tê hinardekirin

30-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Hollanda Cam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê cama xweragir (temperli) tê berhemanîn û hem bo bazara navxwe û hem jî bo Holandayê tê hinardekirin.

Yek ji endamê desteya rêvebir a kompanya berhemanîna camê Çetîn Yaşar dibêje li kargehê rojane 2 hezar û salane jî nêzîka 700 hezar metrekare cam berhem tînin û hem bo bazara navxwe û hem jî bo Holandayê hinarde dikin. Çetîn amaje bi wê yekê dide ku Holanda vê camê bi taybet bo xaniyên çandiniyê bikar tîne.

Endamê Desteya Rêvebir a Kompanya Camê Çetin Yaşar got: “Em heftane 2 barhilgir cam hinardeyî Holandayê dikin. Li gor vê yekê salane em nêzîka 50 hezar metrekare cama xweragir hinardeyî Holandayê dikin. Ji ber ji Holandayê daxwaz zêde ye, tora me ya firotinê li wê derê berfireh e. Bo hinek welatên din jî hinardeya me ya camê heye lê niha bi piranî bo Holandayê ye.”

Cama xweragir ku bi şêwazê germ û sarkirina zêde li gor camên asayî 10 qat tên bihêzkirin ji ber ewle ne û li gor hemû demsalan guncav in di baxçeyên zivistanê û avahiyan de tên bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst