Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin

24-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kompanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB), di 11 mehên destpêkê yên îsal de 19 hezar û 931 kompanya hatine girtin.

Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyê (TOBB), amarên avakirin û girtina kompanyayan ên sala 2023yan eşkere kirin.

Di nav de Borusan, Honda, Ford û BP gelek kompanyayên mezin ên xwecihî û navdewletî ji Tirkiyeyê vekişiyane.

Li gorî amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, meha Çiriya Paşînê hejmara kompanyayên hatin girtin li gorî heman meha par ji sedî 46,7 zêde bûye û bi giştî 2 hezar û 417 kompanya hatine girtin.

Herwiha hejmara kompanyayên hatin vekirin jî kêm bûye.

Hinek kompanyayên ku ji Tirkiyeyê vekişiyane:

Borusan Holding: Îsal bi hinceta “Baca Karbonê” ya Yekîtiya Ewropayê kargeha berhemanîna boriyan a li Gemlikê girt û veguhast Amerîkayê.

Kelûpelên mezin ên ku nayên veguhastin jî dê bifiroşe.

British Petrol (BP): Benzînxane û kargehên xwe yên li Tirkiyeyê firotin Kompanyaya Petrol Ofîsiyê ya Tirkiyeyê.

Li Tirkiyeyê 770 benzînxaneyên BPyê hebûn. British Petrol kompanyayeke Brîtanî ye ku salên dirêj e li Tirkiyeyê veberhênan dikir.

Honda: Kompanya otomobîlan a Hondayê ya Japonî îsal kargeha xwe ya li Tirkiyeyê girt.

Hondayê meha Îlona 2021ê ragihandibû ku dê berhemanîna xwe ya li Tirkiyeyê rawestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst