Serokkomarê Misirê serdana Tirkiyê dike

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Misir Recep Tayyip Erdogan Ebdulfettah Sîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku pêwendiyên dîplomatîk yên di navbera Tirkiye û Misirê de gehiştiye asteke bilind û her du welatan balyoz destnîşan kirin, hat ragihandin ku Serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî dê di nava vê mehê de serdana Tirkiyê bike.

Tirkiye û Misirê pêr bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku biryar dane têkiliyên xwe yên dîplomatîk bigihînin asta balyozxaneyê û her du welatan piştî 13 sal ji nakokiyan balyozên xwe destnîşan kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, piştî asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk di navbera Enqere û Qahîreyê de, Serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî dê 27ê Temûza 2023an serdana Tirkiyê bike û ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Herwiha hatiye gotin ku tê çaverêkirin di hevdîtinê de ligel peywendiyên her du welatan pêşveçûnên navçeyê jî bên gotûbêjkirin.

Roja Sêşemê 4ê Temûzê Tirkiyê û Misirê daxuyaniyeke hevbeş dabûn û ragihandibûn ku biryar dane pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bo asta balyozan bilind bikin.

Ev gav piştî 13 salan ji nakokiyan hat avêtin.

Têkiliyên di navbera Qahîre û Enqereyê de piştî wê yekê zêdetir aloz bûn ku artêşa Misirê di sala 2013an de Serokkomarê wê demê yê Misirê Mihemed Mursî ku endamê Îxwan Muslimîn, hevalbendê Partiya Dad û Geşepêdanê, bû ji kar dûrxist.

Serokkomarê Tirkiyê wê demê soz da ku "tu carî" têkiliyê bi Ebdulfettah Sîsî re neke, ku wê demê fermandarê Artêşa Misirû bû û ji sala 2014an ve serokatiya wî welatî dike.

Lêbelê, her du serokan di mehên borî de dest bi pêwendiyan kirin, ji ber ku wan Mijdara 2022an di kevana Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê de ya ku li Qeterê hat lidarxistin,dest bi pêwendiyan kirin.

Di Sibata 2023an de û piştî erdheja wêranker a ku li Tirkiye û Sûriyeyê qewimî û bi deh hezaran kes di encam de mirin, Erdogan û Sîsî bi telefonê bi hev re axivîn.

Li gel aloziya siyasî, danûstandinên bazirganî di navbera Misir û Tirkiyê de nesekinîn, û li gorî Navenda Lêkolînê ya Carnegie, ji 4,4 mîlyar dolar di sala 2007 de gihîşt 11,1 mîlyar dolaran di sala 2020 de. Herwiha di sala 2022an de, Enqere bû yekemîn hawirdekarê berhemên Misrê û bi bihayê çar milyar dolarên Amerîkî kelûeplên ji Misirê hawirde kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst