Di salekê de 300,000 ton Xurme li Herêma Kurdistanê tê firotin

26-03-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Meha Remezanê Xurme
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di meha Remezanê de li Herêma Kurdistanê xwesteka xelkê ji bo Xurmeyê zêde dibe û welatî di wê mehê de Xurmeyê wek pêwîstiyeke sifreyên xwe dibînin. Li Herêma Kurdistanê salane zêdetirî 300 hezar ton Xurme tê firotin ku ji welatên din bi taybetî ji Iraqê tê hawirdekirin.

Li bazarên Herêma Kurdistanê cureyên Xurme yên bi kalîte û nû tên dîtin. Dikandarên ku bi taybetî di meha Remezanê de xurmeyan difiroşin ji ber bazara wan germ e, kêfxweş dibin.

Dikandarekî ji Hewlêrê yê bi navê Mela Mecîd ji Rûdawê re got, “Dema Remezanê bazar tijî mişteriyên Xurmeyê ye û bi qasî ku bêjî tê firotin. Ji ber ku her rojîgir rojiya xwe bi xurmeyê vedike.”

Li gorî amaran salane zêdetirî 300,000 ton Xurme li Herêma Kurdistanê tê firotin. Di sûkê de 31 cureyên Xurmeyê hene ku 16 jê Iraqî û cureyên din ji Erebistana Siûdî, Îmarat, Îran, Oman, Filistîn, Qeter û Îsraîlê tên hawirdekirin.

Nirxê kîloyeke Xurmê jî ji 1000 dînarî dest pê dike heta ku digihe 20,000 dînarî.

Dikandarekî bajarê Hewlêrê, Azad Yûsif ku ji bo kirîna Xurmeyê serdana bazarê kiriye, ji Rûdawê re dibêje, “Zêdetir Xurmeyên Iraqî tên firotin. Her tim şeş cureyên Xurmeyê li dikana min hene û rojane hemûyan difiroşim. Îsal Xurmeyên Iraqê biha bû, lê dîsa jî dihat firotin.”

Mişterî Omer Necmeddîn dibêje, “Cureyê çîkolata ya Xurmeyê gelek baş e, bazara wê jî baş e. Ez hatime wê cureya Xurmeyê ya Iraqî bikirim.”

Li aliyê din mişteriyek bi navê Kawe Kerîm rexne li bihabûna nirxê Xurmeyê bi hatina meha Remezanê digre û dibêje, “Li gor beriya Remezanê 2-3 hezar dînar zêde kirine. Wek mînak ji cureya Meryem ku me bi 25 hezar dînarî dikirî em niha bi 27 hezar dînarî dikirin.”

Di meha Remezanê de anîna xurmeyê bo bazarên Herêma Kurdistanê dibe karê sereke yê bazirganên kelûpelên xwarinê.

Serokê Yekîtiya Hawride û Hinardekarên Kurdistanê, Şêx Mistefa Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand: “Ew du sal in Iraqê hawirdekirina Xurmeyê qedexe kiriye, lê bi qaçaxî û di sînoran re tê Herêma Kurdistanê û di meha Remezanê de bazara wê jî baş e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst