Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn dîsa biha bû

25-07-2023
RÛDAW
Nîşan Benzîn Sotemenî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê benzîn ji îro pê ve 2 lîreyan bihatir dibe û bihayê benzînê nêzîkî 37 lîreyan dibe.

Piştî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bac hatin zêdekirin mazot û benzîn her ku diçe bihatir dibin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî zêdekirina bacê, nirxê benzîn û mazotê jî hat zêdekirin û ji îro û pê ve lîtreya benzînê 2 lîreyan giran dibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji îro ve nirxê lîtreya benzînê 2,04 lîreyan tê zêdekirin. Dê piştî vê girankirinê nirxê lîtreyeke benzînê bigihe nêzîkî 37 lîreyan.

Bi vê girankirinê re dê lîtreya benzînê li Stenbolê bibe 36,03 lîre, li Enqereyê bibe 36,47 lîre û Îzmîrê jî bibe 36,56 lîre.

21ê Tîrmehê jî li seranserê Tirkiyeyê nirxê mazotê 1,55 lîre hatibû zêdekirin û bihayê lîtreyeke mazotê 34 lîre derbas kiribû.

Her ku lîreyê Tirkiyeyê li beramberî pereyên biyanî bêqîmet dibe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mazot û benzîn jî bihatir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst