Egitim Îş: Ji sedî 83ê mamosteyan di jêr hêla hejarî de dijîn

24-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Xebatkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Îş) ya Tirkiyê dibêje, li gor wê lêkolîna ku kirine, ji sedî 83ê mamosteyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di jêr hêla hejariyê de dijîn, ji sedî 85ê mamosteyan bi zehmetî kirêya xwe didin û ji her çar mamosteyan, sê ji wan betlaneya xwe li mal an li gundan derbas dikin.

Berî 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan li Tirkiyê, Sendîkaya Xebatkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Îş) ya Tirkiyê encamên lêkolîneke xwe belav kirin li ser rewşa aborî û civakî ya mamosteyan û Yasaya Pîşeya Mamosteyan amade kiriye. Di raportê de ku nerîna 16 hezar mamosteyan hatiye wergirtin; ji sedî 83ê mamosteyan gotine hemû dahata mehane ya malên wan di jêr hêla hejariyê de ye.

Ji sedî 85.58ê wan mamostayên beşdarî lêkolînê bûne gotine, ji ber bilindbûna zêde ya kirêya xaniyan di dana kirêya xaniyan de pirsgirêk ji wan re çêdibin. Di demekê de tenê ji sedî 2ê karmendên perwerdeyê di wê baweriyê de ne ku xewna wan hatiye dîtin, li gor ji sedî 99ê wan jî rûmeta pişeya mamostatiyê kêm bûye.

Di raportê de tê gotin ku nêzîkî ji sedî 38ê fermanberên perwerdeyê qet geştê nakin, ji sedî 57ê wan dikarin di salekê de carekê betlaneyê werbigrin û ji sedî 4 jî dikarin di salekê de zêdeyê carekî betlaneyê werbigrin û geştê bikin.

Li gor raporê, mamostayên dahata wan a mehana di navbera 35 hezar bo 45 hezar lîre de ye bi rêjeya ji sedî 24 û ew mamostayên ku dahata wan a mehane 45 hezar lîre yan zêdetir e ji sedî 22ê wan dikarin di salekê de zêdeyî carekê geştê bikin. Ew mamostayên ku dahata wan a mehane 10 hezar lîre yan kêmtir e tenê ji sedî 2ê wan di salekê de zêdeyî carekê dikarin geştê bikin.

Li gor lêkolînê, ji sedî 74ê wan mamostayên beşdarê lêkolînê bûne gotine, bi piranî betlaneya xwe li mal an li gundan derbas dikin, ji sedî 47ê wan qet geşt nekirine, herwiha ji sedî 51ê wan salane tenê carekê geşt kirine û ji sedî 1.5ê wan di salekê de zêdeyî carekê geşt kirine. Ji sedî 99.77ê wan mamostayên beşdarî lêkolînê bûne gotine, pereyên di Yasaya Pîşeya Mamosteyan de hatine destnîşankirin têr nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst