Kompanyayên Tirkiyê û Hindistanê bi awayekî çalak beşdarî Pêşangeha Avahîsaziyê ya Hewlêrê bûne

24-05-2023
Dilniya Rehman
Kompanyayên Tirkiyê û Hindistanê bi awayekî çalak beşdarî Pêşangeha Avahîsaziyê ya Hewlêrê bûne
Kompanyayên Tirkiyê û Hindistanê bi awayekî çalak beşdarî Pêşangeha Avahîsaziyê ya Hewlêrê bûne
Nîşan Tirkiye Hindistan 13emîn Pêşangeha Avahîsaziyê ya Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşangeha Navdewletî Avahîsaziyê ya Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest pê kir û 214 kompanya yên ji 15 welatên cuda beşdar bûn ku Tirkiye û Hindistan bi awayekî çalak amade bûn.

Beşeke girîng a pêşangehê ji bo kompanyayên Hindistanê ye ku zêdetirî 35 kompanyayên berhemhênerên seramîkê ne, beşdar bûne. Arukla Rajender ji herêma Murbi ya Gujrat a Hindistanê hatiye ku xwedî 800î zêdetir kargehên seramîkê ye.

Xwediyê kompanyaya Siyaramê Arukla Rajender got, “Ev yekem serdana me ye bo Hewlêrê ye. Rêwîtiyeke bêhempa bû, me hêvî nedikir ku cîh bi vî rengî be. Ev pir baş e. Em hêvî dikin ku li vir bazareke pir baş hebe. Em hêvî dikin ku em gelek carên din werin da ku beşdariya xwe di her warî de zêde bikin.”

Zêdetirî 30 sal in Hindistan xwedî planeke taybet e ku hilberîna seramîkê zêde bike û dixwaze bazarên ku Çînê û Îtalyayê serdest in kontrol bike.

Di pêşangehê de 400 markeyên ku ji %80ê wan biyanî û ji %20ê wan navxweyî ne. Amûrên avahîsaziyê û alavên elektrîkê têne nîşandan.

Xwediyê kompanyaya boriyan ji Tebrîzê Mehdî Beraderan jî anî ziman, “Ev yekem car e em li Hewlêrê beşdarî pêşangehekê dibin.”

Pêşangeh dê heta roja Înê 26ê Gulanê berdewam bike û her roj ji demjimêr 11:00an heta 19:00an vekirî ye.

Ji 173 kompanyayên biyanî 50 kompanya Tirkî û zêdetirî 35 kompanya jî Hindî ne, ji ber ku sektora xaniyan li Herêma Kurdistanê geş dibe her du welat dixwazin bazara mezin bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst