Tirkiyeyê li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê daxuyanî da

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Êriş Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê diyar kir ku ew bifikar in.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê ku karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî, keça wî û 2 kesên şehîd bûn û 16 kes jî birîndar bûn daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got:

“Em ji pêşhateyên ku bi êrişên Îranê yên li ser hin armancên li Îraqê dest pê kir û bi yên doh danê sibehê li ser hin armancên li Pakistanê berfireh bû û îro danê sibehê bi êrişên Pakistanê yên li ser hin armancên li Îranê berdewam kir bifikar in.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye di wê baweriyê de ye ku divê pirsgirêk bi têgihîştina dostanî û biratiyê ya li ser esasê rêzgirtina li serwerî û yekparçeyiya axa welatan bên çareserkirin.

Hakan Fîdan bi rêya telefonê bi Fuad Huseyîn re axivî

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Huseyîn bi rêya telefonê axivîn.

Li gorî agahiyên ku Ajansa Anadoluyê ji çavkaniyên dîplomatîk bi dest xistiye Fîdan û Huseyîn, êrişa Îranê ya li Hewlêrê gotûbêj kirine.

Li gorî Ajansa Anadoluyê, Fîdan aloziya rojên dawî ya li herêmê destnîşan kir û gotiye, “Ew naxwazin di navbera welatên dost û bira de pirsgirêk çêbibin.”

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got:

“Divê alî bi aramî tevbigerin. Pêwîst e xwe ji gavên ku aramiya herêmê dixin metirsiyê dûr bikevin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîna, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî canê xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jînayê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke temenê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xirab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşînê demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst