Wezîrê Derve yê Tirkiyê bang li Swêdê kir

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Swêd NATO Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bang li Swêdê kir ku berpirsiyartiya xwe rêkeftina sêalî bicîh bîne û di rûbirûbûna terorê de gavên berçav bavêje.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê roja Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê civîna Wezîrên Derve ya NATOyê ku li Osloyê hatiye çêkirin de bersiva Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom da.

Çavuşoglu di peyama xwe de got: “Ji bo dostên me yên Swêdê peyameke gelekî zelal! Berpirsiyartiyên xwe yên rêkeftina sêalî bi cîh bînin û di rûbirûbûna terorê de gavên berçav bajêjin. Xalên din jî dê bi demê re çareser bibin.”

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom derbarê civînê de peyamek belav kiribû û gotibû: “Îro di civîna wezîrên derve yên NATOyê de ku li Oslo çêbû, dewletên endam bo endamtiya NATOyê ya Swêdê piştgiriyeke bihêz nîşan dan. Ev yek ji bo Tirkiye û Macaristanê peyameke zelal e di mijara destpêkirina proseya erêkirina endamtiya NATOyê ya Swêdê.”

Serokwezîrê Swedê gotibû, ji 1ê Hezîrana 2023ê û pêde dê yasayeke nû ya rûbirûbûna terorê cîbicî bikin û dibe ku ev gava Swêd bibe sedema cîbicîkirina daxwazên Tirkiye û bihêle Swêd bibe endama NATO yê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst