Hevdîtinên zêdekirina mûçeyan îro bi dawî dibin: KESK çi dixwaze?

22-08-2023
Nîşan Hevdîtinên Zêdekirina Mûçeyan Karmend Hikûmet Sendîka KESK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtinên diyarkirina mûçeyan ên ku 1ê Tebaxê di navbera sendîkayên karmendan û desthilatê de dest pê kiribûn, îro bi dawî dibin.

Hikûmet dê îro pêşniyaza xwe ya dawî pêşkêşî sendîkayên karker û karmendan bike.

Hevdîtinên ku ji bo girêbesta bikom a mûçeyên salên 2024-2025an tên kirin îro bi dawî dibin.

Eger di hevdîtinên sendîkayên karmendan û hikûmetê de lihevkirinek çênebe dê Lijneya Navbênkariya Karmendên Hikûmî 31ê Tebaxê biryara dawî bide û mûçeyên karmendan diyar bike.

“Ferqa enflasyonê ne diyariya xwediyê kar e”

Derbarê mijarê de Serokê Giştî yê Memur Senê (Sendîkaya Karmendan) Ali Yalçin got:

“Em hêvî dikin hikûmet di asta ku em çaverê dikin mûçeyan zêde bike û hevdîtin bi dawî bibin.

Em dê ferqa enflasyonê ya piştî pirsgirêkên 6 mehan wergirin, wekî zêdekirinê tê hesabkirin.

Ferqa enflasyonê ne diyariya xwediyê kar e, destkefta me ya girêbesta bikom û heqê me ye ku me berê wernegirtiye.

Hêviya me ji hikûmetê û karsazên hikûmetê ew e pêşniyareke bikin ku pêşniyara wan 25 milyon karmendên hikûmî û yên malnişîn bextewer bike.”

Li aliyê din, KESKa ku li Tirkiyeyê sendîkaya herî mezin a karmendan e daxwazên xwe bi vî awayî rêz kirine:

- Bila 8 hezar û 138 lîreyên ku li ser her mûçeyekî tê dayîn li ser mûçeyê bingehîn bê qebûlkirin û ev yek ji bo malnişînan jî bê kirin. Bila zêdekirina mûçeyên 2024an li ser vê bingehê bê kirin.

- Bila alîkariya hevjîniyê mehane bibe 3 hezar û 310 lîre û bila ji bo her zarokekî re jî 2 hezar û 200 lîre bê dayîn.

- Bila alîkariya kirê li bajarên mezin bibe 7 hezar û 500 lîre û li bajarên din bibe 5 hezar lîre.

- Bila mûçeyê herî kêm ê karmendên hikûmî meha Kanûna Paşîn a 2024an li bajarê mezin bibe 47 hezar û 500 lîre û li bajarên din bibe 45 hezar lîre. Divê ev mûçe li gorî sînorê hejariyê serê 3 mehan carekê bê nûkirin.

- Bila bac bi dadmendî bên wergirtin, bacên zêde bên kêmkirin û baca serwetê bê wergirtin.

- Bila mehane 3 hezar û 325 lîre alîkariya xwarinê bê dayîn.

- Bila salê du caran ji bo hemû karmendên hikûmî bi qasî mûçeyê kêmane diyarî bê dayîn.

- Heta dibistanên dayikê yên hikûmî bêne vekirin bila ji bo her zarokekî 0-6 salî, 5 hezar lîre alîkariya dibistana dayikê bê dayîn.

- Bila soza hilbijartinê ya rêjeya 3600î a pêvek bê cîbicîkirin. Bila ji bo hemû karmendên ku gihiştine pileya yekem, mafê rêjeya 3600î bê cîbicîkirin.

- Hemû pereyên zêde ku ji bo karmendên li ser kar tên dayîn bila ji bo malnişînan jî bên dayîn.

- Divê hemû zêdekirin li gor sînorê hejariyê bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst