Banka Navendî ya Tirkiyeyê pêşbîniya enflasyonê eşkere kir

09-05-2024
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihand ku pêşbîniyên wan ên enflasyonê hatine guhertin.

Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Fatîh Karahan li Navenda Îdareyê ya Banka Navendî îro 2yemîn Rapora Enflasyonê eşkere kir.

Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Fatîh Karahan got:

“Pêşbîniyên enflasyonê hatine guhertin û ji bo dawiya sala 2024an ji sedî 38, ji bo dawiya sala 2025an ji sedî 14 û ji bo dawiya sala 2026an ji sedî 9 e.

Astên herî jêr û jor jî ji bo dawiya sala 2024an ji sedî 34 û ji sedî 42, ji bo dawiya sala 2025an ji sedî 7 û ji sedî 21 e.

Dê sala 2026an dakeve ji sedî 9 û di demeke navîn de jî dakeve ji sedî 5 û aramiyek çêbibe.”

Karahan da zanîn ku dê meha Gulanê enflasyon bigihêje lûtkeyê.

Di 1emîn Rapora Enflasyonê de ku 8ê Sibatê hatibû eşkerekirin pêşbîniya enflasyonê ya dawiya salê wekî ji sedî 36 hatibû ragihandin.

Pêşbîniyên Banka Navendî ya derbarê enflasyonê de gelek caran rast dernakevin.

Herî dawî sala 2010an pêşbîniya Banka Navendî ya ji sedî 6,5 rast derketibû.

Li Tirkiyeyê enflasyona salane niha ji sedî 69,8 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst