RIHA – Salane bi milyonan ajel tên kirîn û firotin

22-02-2024
Mihemed Emîn Demir
Li Rihayê bazirganiya ajelan 5 milyar derbas kir
Li Rihayê bazirganiya ajelan 5 milyar derbas kir
Nîşan Riha Bazirganî Ajel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rihayê xelk piranî debara xwe bi çandînî û ajeldariyê dike.

Bi hezaran malbat pez xwedî dikin û bazara ajelan li wî bajarî her demê geş e.

Li gorî amarên dawî, sala 2023yan li Bazara Ajelan a Rihayê, bi bihayê zêdetirî 5 milyar lîreyan ajel hatine kirîn û firotin ku dahata wê dike nêzîkî 161 milyon dolaran.

Dahata wê bazarê di nava aboriya Rihayê de rêza sêyemîn digire û ji xelkê re derfeta kar û debarê peyda dike.

“Bazirganiya ajelan 5 milyar derbas kir”

Serokê Komeleya Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê Îzzet Çîftçî got:

“Li bazara me ya Rihayê sala 2023yan tîcareta me ya heywanên biçûk ên ji qentarê derbas bûne yên serjêkirinê 305 hezar û 997 heywanên biçûk hatine firotin.

Bihayê wan jî 2 milyar û 386 milyon pere bû. Tevî heywanên biçûk û mezin tîcareta me ya sala 2023yan 5 milyar derbas kir.”

Bazara ajelan sala 2023yan di aboriya Rihayê de di rêza sêyemîn de cih girt.

Bi milyonan ajel tên kirîn û firotin

Li vê bazarê salane bi milyonan ajel tên kirîn û firotin.

Îzzet Çîftçî herwiha got:

“Tîcareta me gelekî mezin e. Li vê derê nêzîkî 2 milyon heywan hatin firotin.

Bi vî awayî tîcareta me ya Rihayê pir mezin e. Tîcareta me bi derveyî welat û bi bajarên rojava re jî heye. Bi hezaran malbat li ser vê tîcaretê xwe bi xwedî dikin.”

Riha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di hejmara ajelên biçûk de di rêza sêyemîn de ye.

Li gorî amarên fermî li Rihayê 2 milyon û 325 hezar û 456 ajelên biçûk û 321 hezar û 989 ajelên mezin hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst