Li Rihayê bi hinceta PYDê 2 kes hatin desteserkirin

18-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha PYD Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDê” 2 kes hatin desteserkirin.

Medya fermî ya Tirkiyê ragihand, îro 18ê Temûzê dema “endamekî PYDê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînorê Kaniya Xezalan-Girê Spî hat desteserkirin.

Roja 17ê Temûzê jî li ser sînorê navçeya Serêkaniyê ser bi parêzgeha Rihayê û Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kesek bi hinceta “endamtiya PYDê” hat desteserkirin.

Li gor nûçeyê operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatine kirin û derbarê kesên hatine desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst