Agirî bûye navendeke girîng a hilberîna gulberojan

21-08-2024
RÛDAW
Deşta Agiriyê bi gulberojan hatiye xemilandin / Wêne: AA
Deşta Agiriyê bi gulberojan hatiye xemilandin / Wêne: AA
Nîşan Agirî Gulberoj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di aliyê çandiniyê de parêzgeheke girîng e û 3,5 milyon dekar zeviyên wê yên çandiniyê hene.

Axa Agiriyê bi taybetî ji bo çandiniya gulberojan bi bereket e û di salên dawî de çandina gulberojkan jî zêde bû.

Li Agiriyê gulberojkên ku îsal wextê dirûna wan hat, zevî zer kirin.

Li bajarê ku çem û robar lê zêde ne û mêrgên wê pir in, ajeldarî jî tê kirin.

Birêvebirê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Huseyînoglu li cihên gulberoj hatine çandin geriya û bi cotkaran re civiya.

Mehmet Huseyînoglu diyar kir ku gulberojk di germ û sermayê de pir li ber xwe dide û zû xerab nabe û got:

“Pêdiviya gulberojkan zêde bi av û gubreyê jî tune. Ji ber wê dikare li her devera welat bê çandin.

Li herêma me jî di van salên dawiyê de rûberê çandina gulberojan zêde bûye.

Sala 2021an li ser 23 dekarî hat çandin, îsal ev derket 35 dekaran.

Li vir gulberojên ji bo çerez û ji bo zeytê tên çandin hene. Îsal herî zêde yê çerezan hatine çandin."

Deşta Agiriyê bi gulberojan hatiye xemilandin

Huseyînoglu diyar kir ku ew timî li gel cotkaran in û wiha dewam kir:

"Par bi tevahî 3 milyon lire piştgiriya cotkaran hat kirin. Gulberojk nêzîkî 120 rojî digihêjin.

Li bajarê me dirûna wan di meha îlonê de tê plankirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst