Li Agiriyê demsala berhevkirina gulberojan dest pê kir

15-09-2024
RÛDAW
Karkerên demsalî gulberojan berhev dikin/Wêne: AA
Karkerên demsalî gulberojan berhev dikin/Wêne: AA
Nîşan Agirî Gulberoj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê demsala berhevkirina gulberojan dest pê kir.

Cotkarekî ji Mereşê ev zêdetirî 10 salan e li Agiriyê cotkariyê dike.

Wî îsal li ser rûberê 2 hezar dekarî gulberoj çandine.

Gulberoj ji aliyê 30 karkerên demsalî yên ku ji Rihayê çûne ve tên berhevkirin.

Cotkarê Mereşî Selîm Tanriverdî li ser karê xwe û berhevkirina gulberojan got:

“Ev 14 sal in em li vir in û gulberojan diçînin.

Heta niha berhema me baş e.

Îsal jî me nû dest bi berhevkirinê kir.

Em li patosê dixin û dikin bênder.

Ji wir jî em li barhilgiran dikin û dişînin Mereşê.”

Konên xwe li kêleka zeviyê vedane

Karkerên demsalî serê sibehê radibin û heta êvarê dixebitin.

Wan konên xwe li kêleka zeviyê lê dixebitin vedane û xwarina xwe jî li wir çêdikin.

Karê wan dê meh û nîvekê berdewam bike.

Ew her demsal li gorî pêgihîştina berhemên çandiniyê li parêzgehên cuda dixebitin.

Karkerên demsalî 4 sal in tên Agiriyê.

Karkerê demsalî Mustafa Kaya anî ziman:

“Havînê jî ji bo xepara van gulberojan em hatibûn vir. Em wê demê 30 rojan xebitîn.

Piştî wê ji bo berhevkirina qeysiyan em çûn Meletiyê.

Li Urfayê jî em di karê berhevkirina fistiqan de xebitîn. Ev hefteyeke em hatine vir.”

Li parêzgeha Agiriyê cotkarên ku piraniya wan xelkê Mereşê ne îsal li ser rûberê 45 dekarî gulberoj çandine.

Bi giştî li wê parêzgehê 3 milyon û 500 hezar dekar zeviyên çandiniyê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst