MÊRSÎN – Korbenda bazirgan û weberhênerên Kurdistan û Tirkiyê berdewam e

19-12-2019
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Di roja duyem ya korbendê de  odeyên bazirganî yên Hewlêr û Duhokê protokoleke fermî bi odeya bazirganî û pîşesazî ya Mersinê re îmze kirin
Di roja duyem ya korbendê de odeyên bazirganî yên Hewlêr û Duhokê protokoleke fermî bi odeya bazirganî û pîşesazî ya Mersinê re îmze kirin
Nîşan Korbenda Bazirganiyê Herêma Kurdistanê Tirkiye Mêrsîn
A+ A-

Mêrsîn (Rûdaw) - Korbenda bazirgan û weberhêneran di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de li bajarê Mêrsîn û Edenê di roja duyem de berdewam e.

Di roja duyem ya korbendê de  odeyên bazirganî yên Hewlêr û Duhokê protokoleke fermî  bi odeya bazirganî û pîşesazî ya Mersinê re îmze kirin û di heman demê de karsaz û bazirganan jî derfet peyda kirin ku danûstandinên xwe baştir bikin.

Parêzgarê Mêrsînê jî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê hevbeşekî girîng ê bazirganiyê ye, lewma divê ew peywendiyên xwe yên bazirganiyê jî pêşdetir bibin.

Parêzgarê Mersînê Alî İhsan Su dibêje, “Bêguman ev core seredane ji bo başkirina peywendiyên dualî  gelek giring in. Ev e lutkeya veberhênan û bazirganiyê ye. Hem ji welatê me, hem jî ji iraqê karsaz amade bûn, dê geşedanên xweş û baş çêbin. Ez di vê baweriyê de me ku ev korbende dê sûdekî baş dibe peywendiyên bazirganî yên herdu welatan.”

Serokê Şaredariya Yenîşehîr a Mersînê, Abdullah Ozyigît jî diyar dike, “Em keyfxweş in ku ev lûtke li bajarê me tê encamdan. Em xêrhatina hemû dostên xwe dikin. Qedera me hemûyan yek e. Em bi êş û xemên hevdû dihesin. “

Di çarçoveya sêyemîn korbend  û lûtkeya navborî de ji panel û semînar jî hatin encam dan.

Beşdarê Korbendê, Prof. Dr. Ahmet Ozer diyar dike, “Ev kar ji ber du sedeman gelek giring e , sedema yekem ev e ku peywendiyên aborî û bazirganî baştir dibin, sedema duyem jî ev e ku ev geşedanên aborî û başbûna peywendiyan bandorê li ser ser siyasetê dikin.”

Di korbendê de beşa herî bi bêr û bereket beşa danûstandina rasterast ya di navbera bazirgan û karsazan de bû.

Serokê Odeya Bazirgan û Pîşesazên Duhokê Eyyad Hesen radigihîne, “Ev şêwazekî karkirinê ye pêkve. Piştî konferansê bazirganên dihokê û yên herêma kurdistanê digel bazirgan û kompanyayên Mersinê li ser mêzekê runiştin, ji bo ku bi nêzîkî hevdû nasbikin û danûstandinên xwe bikin.”

Sêyemîn Korbenda Bazirgan û Weberhênerên Tirkiyê û Kurdistanê ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsorê sereke yê medyayê yê vê korbendê ye li bajarê Mêrsîn û Edenê bireve çû û tê de zêdetirî 140 berpirs bazirgan karsaz û kompanya amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst