Deynê Tirkiyê yê dem kurt 182 milyar dolar e

17-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Aborî Deyn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Banka Navendî ya Tirkiyê, deynê Tirkiyê yê dem kurt heta dawiya meha Hezîranê, ku pewîst e di nav salekê de bê dayîn 182 milyar û 500 milyon dolar e. Di dawiya meha Gulanê de ev reqem 182 milyar û 300 milyon dolar bû.

Banka Navendî ya Tirkiyê, amarên deynê dem kurt ê derve yê heta dawiya meha Hezîrana 2022ê eşkere kirin. Deynê Tirkiyê yê dem kurt bo derve di dawiya meha Hezîrana 2022ê de, li gor dawiya sala 2021ê %10.9 zêde bûye û gihişte 182 milyar û 500 milyon dolaran.

Ji %91ê deynê Tirkiyê yê derve bi pereyên biyanî ye, %46.2ê deynê Tirkiyê dolar, %25.5 euro, %19.2 pereyên biyanî yên din û tenê %9.1ê deyn bi lîreyên Tirkî ye.

Herwiha herî zêde sektora taybet ji derve re deyndar e. %64.7ê deyn ê sektora taybet e, %19.2 yê sektora hikûmî (saziyên dewletê) û %16.1 jî yê Banka Navendî ya Tirkiyê ye.

Deynê bankayan ê dem kurt bo derve jî %8.9 zêde bûye û gihiştiye 56 milyar dolaran. Deynê sektorên din jî %12 zêde bûye û bû 49 milyar û 400 milyon dolar. Herwiha deynê din jî yên kompanyayên li derveyî welêt kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst