Kurdistan her sal 50 hezar ton gulberojk hawirde dike

18-08-2017
Rawa Ebdula
Nîşan Gulberojk Hawirde Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Niha cotkarên Başûrê Kurdistanê ji berî zêdetir gulberojkê an jî gula berberojkê diçînin lê hê jî xak û avûhewaya vê beşa Kurdistanê nebûye faktorek ku careke din gulberojk neyên hawirdekirin.

 

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê, di 4 salên derbasbûyî de rêjeya berhemanîna gulberojkên xwemalî ji 2 hezar û 681 tonan gihiştiye 3 hezar û 296 tonan. Lê ev rêje hê jî negihiştiye asta pêşwazîkirina pêwîstiyên navxweyî. Lewma her sal bi dehan ton gulberojk tê hawirdekirin.

 

Rêveberê Xizmetgûzariyên Çanciniyê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Kamil Mihemed dibêje: “Ji bo berhemên gulberojkê yên cotkarên Kuridstanê zêde bibe, em bacê dixin ser gulberojkên hawirde. Îsal jî me bac du qat zêde kiriye.”

 

Berhemeke stratejîk e

 

Di plana Wezareta Çandinî û Çavkaniyên avê de, çandina gulberojkan weke berhemeke stratejîk hatiye destnîşankirin. Wezaret dixwaze di hermenanîna rûnê xwemalî de sûdê ji gulberojkan werbigre.

 

Nîştîmanê serekî ya gulberojkan deştên Amerîkaya bakûr e. Piraniya welatên cîhanê ji bo xwarinê û derxistina rûn, giringiyê didin çandina gulberojkan. Li seranserê cîhanê her sal li ser rûberê 18 milyon hektar zevî ev berhem tê çandin.

 

Rûsya pêşengê welatên berhemanîna gulberojkan e. Paşî Arjantîn, Ukrayna, Çîn, Hîndistan, Amerîka, Fransa, Nemsa, Romanya, Bulgarya û Başûrê Efrîqa tên. Di berhemanîna rûnê guleberojan de jî Ukrayna di pileya yekemîn de ye û her sal li vî welatî 3.3 milyon ton rûnê guleberojan tê berhemanîn.

 

Li Kurdistanê jî çandiniya gulberojkan xwedî dîrokeke kevn e. Berî bi awayeke berfereh li Deşta Bîtwên û Şarezûrê dihate çandin. Lê ji bo berhemanîna rûn sûd jê nehatiye wergirtin. Ji sedî 99ê gulberojkên Başûrê Kurdistanê, ji bo xwarina dendikan tê berhemanîn.

 

Cotkar piştgiriyê dixwazin

Rêveberê Çandiniyê Salih Husên dibêje: “Piştî Raperîna 1991ê, kargeha tutinê ya Silêamaniyê karê xwe da sekinandin. Lewma li Deşta Bîtwênê tenê gulberojk dihate çandin. Heta sala 1999ê, li vê deştê, nêzîkî 20 hezar donim erd ji bo çandina gulberojkan dihate bikaranîn. Lê ji ber nebûna piştgiriyê û pirsgirêka saxkirina berhemên wê, sal I sal berhemanîn kêm bû û niha her sal tenê 4-5 hezar donim gulberojk tê çandin.”

 

Salih Husên di wê baweriyê de ye, ku eger Wezareta Çandiniyê piştgiriyê bide cotkaran û hawirdekirina gulberojkan qedexe bike, tenê cotkarên Deşta Bîtwênê dikarin di heyama 2 salan de têra pêwîstiyên navxwe yê Kurdistanê, gulberojkan biçînin.  

 

Salih Husên plana Wezareta Çandiniyê ya ji bo berhemanîna gulberojkên xwemalî lawaz dibîne û dibêje: “Ti bandora vê plane nîne. Gulberojk berhemeke hişk e ûd ikarin hilgirin bo saleke din. Lewma, beriya berhemên xwemalî bigihin, rêjeyeke zêde yê hawirdekirî têne Kurdistanê.”

 

Silêman Mihemed Emîn cotkarekî gundê Kifre Dolê ya Deşta Bîtwênê ye û ev 30 sal in gulberojkan diçîne. Wî îsal 14 donim erd kiriye gulberojk. Ew dibêje: “Pirsgirêka firotina berhemê heye, lewma em kêm diçînin.”

 

Li gorî gotina cotkaran, ji bo çandina her donimeke gulberojkan, 100 heta 120 hezar dînar mesref dibe. Her donimek jî li gorî xizmet û cure tov 300 heta 500 kîlo berhem dide.

 

Wezareta Çandiniyê, ji ber bilindkirina kalîte û zêdekirina rêjeya berhemanînê, “bawernameya rêzgirtinê” daye cotkar Silêman Mihemed.

 

Mihemed diyar dike: “Em tovê xumalî diçînin. Tama wê ji gulberojkên hawirdekirî pir xweştir e. berî li bazaran gelek daxwaz ji gulberojkên me re hebû û her kîloyeke wê 4 hezar dînar bû. Lê niha 2 hezar dînar e. Ji ber krîza darayî, xelk niha piranî gulberojkên hawirdekirî dikire. Çimkî nirxê wê erzan e.”

 

Kurdistan û Iraqê hez ji xwarina dendikan dikin

 

Li Herêma Kurdistanê 19 kargehên guleberojan ên bi destûra fermî kar dikin, hene. berhemên xwe li Kurdistanê û Iraqê dixin bazaran. Ev kargeh, ji bo dabînkirina pêwîstiyên navxwe yên çerezatê, her sal bi deh hezaran ton gulberojkan ji Çîn, Ukrayna, Bulgarya, Amerîka û Kanadayê ve hawirde dikin.

 

Rêveberê Giştî yê Kompanya û Kargeha Zêr a berhemanîna gulberojkan Salih Ehmed Îbrahîm dide zanîn, ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê daxwazeke zêde ji bo xwarina gulberojkan heye. Bi gotina wî, her sal 40 heta 50 hezar ton gulberojk ji derve tê hawirdekirin.

Kargeha Salih Ehmed Îbrahîm, her roj 5 hezar ton gulberoj amade dike û li bazaran difiroşe. Ew dibêje: “Li bajarên Iraqê jî daxwazeke zêde ji bo berhemên me heye, nemaze li besrayê. Ji sedî 75ê berhemên me, ji bo bajarên Iraqê diçe.”

 

Kargeh gulberojkên xwemalî naxwazin

 

Berî hinek kargehan berhema gulberojkên xwemalî dikiriya. Lê niha ji sedî 100 berhemên hawirdekirî bikar tînin.

 

Salih Ehmed Îbrahîm di vê derbarê de dibêje: “Berhemên xwemalî giran in. Kalîteya wan jî ne baş e. Lewma kargeh pişta xwe bi berhemên hawirdekirî ve girêdidin.”

 

Bi gotina Salih Emhed Îbrahîm, toneke gulberojkan ji çînê bi 110 dolaran digihe Hewlêrê. Lê toneke gulberojkên xwemalî 500 hezar dînar (400 dolar) e.

 

Îberahîm dide xuyakirin: “Zêdekirina bacê jî ti faydeyê nagihîne saxkirina berhemên xwemalî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst