EFRÎN - Çekdaran li ser cotkarên gundê Kaxrê bac ferz kir

02-11-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Cotkar Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên grûpa bi navê Sultan Silêman Şah ku wekî Emşatê jî tê naskirin li ser cotkarên gundê Kaxrê yê nahiya Mabatayê ya Efrînê bac ferz kir.

Mafnasê ji Efrînê Îbrahîm Şêxo ku li navçeya Şehba dijî, ji Rûdawê re got, çekdarên Sultan Silêman Şah bac li ser xelkên gundê Kaxrê yê nahiya Mabata sepandiye.

Tevî ku xelkên gund, di derbarê vê yekê gilî li cem Polîsên Leşkerî kiriye lê Polîsên Leşkerî giliyê wan red kiriye û tomar nekiriye.

 Polîsên Leşkerî bi ser redkirinê de jî ew tehdîd kirine û gotine eger ew giliyê xwe berdewam bikin dê wan bigirin û dest deynin ser mal û milk wan.

Hat zanîn ku 7 hezar dolar bi ser welatiyê bi navê Miehemd Weqas de hatiye sepandin.

Çekdaran herwiha li ser welatiyê bi navê Hisên Îso 6 hezar û bi ser Mihemed Îso jî 5 hezar dolar ferz kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst