MELETÎ - Cotkarên mexdûrê erdhejê ji dewletê alîkariyê dixwazin

26-02-2024
RÛDAW
MELETÎ - Cotkarên mexdûrê erdhejê ji dewletê aliyêkariyê dixwazin
MELETÎ - Cotkarên mexdûrê erdhejê ji dewletê aliyêkariyê dixwazin
Nîşan Meletî Erdhej Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêviya cotkarên Meletiyê yên mexdûrê erdheja 6ê Sibatê, berhema mişmişên wan a îsal e.

Par ew di erdhejê de bê mal man, teyrok û nexweşiyê li darê wan yên qeysiyan da û berhema wan tune bû.

Ew ji bo ku îsal berhema qeysiyên wan baş be û mexdûriya xwe ya par qerebû bikin, daxwaza alîkariyê ji dewletê dikin.

“Divê dewlet alîkariyeke zêdetir bide cotkaran”

Serokê Odeya Bazirganiyê yê Yeşîlyurtê Dogan Solmaz got:

“Îsal jî bi hêviya Xwedê ji bo ew zerer û ziyana par çêbûyî were vegerandin û aboriya welêt bihêz bibe, pêwîst e dewlet ji bo gubre û mazotê alîkariyeke zêdetir ji salên din bide cotkaran.

Bi taybetî li navçeyên erdhejê cihekî wekî Malatyayê divê dewlet alîkariyeke ji salên din zêdetir bide cotkaran.

Heger ev yek çênebe wê cotkar ne tenê aboriya xwe ji dest bidin her wiha dê dest ji baxvaniyê jî berdin û ew dê bandorek neyênî li aboriya dewletê jî bike.”

Dahata parêzgeha Meletiyê li ser baxvaniyê ye û bi taybetî berhema qeysiyan e.

Erdheja Mereşê ya par bandor li vê parêzgehê jî kir û xisara wê di aliyê aborî de nêzîkî ji sedî 70an bû.

Ew dixwazin bi dahata berhema îsal êdî xwe li ser lingan bigirin.

“Îsal dê berhem kêm be”

Cotkar Fahrettîn Avşar anî ziman:

“Îsal dê berhem kêm be. Par ji xwe berhem çênebû ji ber ku hem teyrokê lê da û hem jî nexweşiya Manolyayî lê da.

Gubre, derman û avdanî hemû bi pereyan dibin. Pereyê cotkaran nîne, divê dewlet ji vê re çareyekê bibîne.”

Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê wekî alîkariya gubre û mazotê par 2023yan ji bo her donim zevî 271 lîre dabû cotkaran.

Îsal jî dê ji bo her donimek zevî 149 lîreyan bide ku 103 lîre bo mazotê ye û 46 lîre jî ji bo gubreyê ye.

Cotkarên Meletiyê dixwazin ji wê zêdetir alîkariya wan were kirin ku bikarin vî karî berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst