Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deynê welatiyan ê krediyan ji sedî 49 zêde bûye

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Kartên Krediyê Deyn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deynê welatiyan ê kartên krediyan ji sedî 49 zêde bûye.

Li gorî amarên Komîsyona Sererastkirin û Pişkinînê ya Bankayan (BDDK), li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê deynê welatiyan ê kartên krediyan ji sedî 49,3 zêde bûye û gihîştiye 11 trilyon û 303 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 3 milyar û 900 milyon dolarên Amerîkî.

Komîsyona Sererastkirin û Pişkînînê ya Bankayan (BDDK) amarên heta 8ê Kanûna Pêşînê yên deynê krediyan eşkere kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her ku diçe qeyrana aborî kûrtir dibe û deynê welatiyên ê bankayan zêdetir dibe.

Deynê welatiyan ê kartên krediyan li gorî dawiya sala 2022yan ji sedî 49,3 zêde bûye û gihîştiye 11 trilyon û 303 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 3 milyar û 900 milyon dolarî.

Herwiha di saleke dawî de deynê welatiyan ê kartên krediyan li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 140,3 zêde bûye û gihîştiye trilyonek û 73 milyar lîreyan.

Li aliyê din, li gorî amarên Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê yên dawiya meha Çiriya Pêşînê, hejmara welatiyên deynê wan ê krediyan heye milyonek 804 hezar kes zêde bûye û gihîştiye 39 milyon û 337 hezar kesan.

Di çarçoveya deynê krediyan ê giştî de hejmara welatiyên deynê wan ê kartên krediyan heye 2 milyon û 789 hezar kes zêde bûye û gihîştiye 36 milyon û 68 hezar kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst