Panela Aboriyê ya Amedê û Dêrsimê hat lidarxistin

17-07-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Ali Haydar Gozlu, Rûdaw
Wêne: Ali Haydar Gozlu, Rûdaw
Nîşan Panela Aboriyê Amed Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Panela Aborî ya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Amed û Dêrsimê bi beşdariya sermayedaran ji bo weberanînê birêve çû û her du odeyan li ser 10 xalan li hev kirin. Dêrsim parêzgeha herî biçûk a Bakurê Kurdistanê ye û sala borî bi 755 hezar û 400 dolaran hinarde kiriye.

Panela Aboriyê ya hevkariyê ya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên parêzgehên Amed û Dêrsim ên Bakurê Kurdistanê ye.

Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Amed û Dêrsimê bi beşdariya sermayedaran bo weberhênanê li Dêrsimê “Panela Aboriyê” saz kirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya got, “Ji bo me Dêrsim bajarekî girîng e. Em dizanin ku pêwîst e her du bajar piştevaniya hev bikin û dê sûda Amedê bo Dêrsimê hebe. Me civîna hevbeş a meclîsan kir û biryarên hevbeş wergirtin. Mixabin xelkê Dêrsîmê koç dikin û nişteciyên wê kêm dibin. Lê em bi weberhênanê dikarin rê li ber vê yekê bigirin.”

Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Amed û Dêrsîmê li ser 10 xalan li hev kirin û dixwazin bi erêkirina her du meclîsan 10 xalan cîbicî bikin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dêrsimê Hasan Coşkun anî ziman, “Me îro sibehê civîneke hevbeş û piştî nîvro jî paneleke ku pirsgirêkên aborî yên her du bajaran hatin nîqaşkirin saz kir. Di civîna sibehê de me li ser 10 xalan li hev kir. 10 xal li her du meclîsên odeyan bi yekdengî hatin qebûlkirin.”

Karsazên Dêrsimê jî ji bo hevkariya karsazên Amedê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Karsaza Dêrsimî Yildiz Gunduz got, “Îro Dêrsim û Diyarbekir hatin ba hev û me behsa aboriya xwe kir, me çi kir? Em dikarin çi bikin, ji bo hev çi bikin. Me li ser tiştên ku divê em bikin û em dikarin paşê çi bikin axivîn. Pir xweş bû, ev yekem bû û dê ji niha û pê ve baştir bibe.”

Li Bakurê Kurdistanê parêzgeha herî biçûk Dêrsim e û sala 2022an herî kêm ji parêzgeha Dêrsimê hinarde hatiye kirin. Dêrsimê sala 2022ê bi 755 hezar û 400 dolaran hinarde kiriye ku herî zêde bi 387 hezar û 870 dolaran makîne û amûrên makîneyan hatine hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst