Tenê 5 partî dê alîkariya xezîneyê werbigrin

17-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Alîkariyên Xezîneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên hilbijartina 14ê Gulanê dê tenê 5 partî alîkariya xezîneyê werbigrin. Li Tirkiyê li gor Yasaya Partiyên Siyasî, partiyên ku beşdarî hilbijartina herî dawî bibin û herî kêm %3ê dengan werbigrin alîkariya xezîneyê werdigrin.

Li gor yasayê bo partiyên ku benda %7ê jî derbas dikin ji budçeya giştî bi rêjeya %2ê li ser ji 5 hezarî pere tên veqetandin û li gor rêjeya dengên wan tê belavkirin. Li gor encamên hilbijartina 14ê Gulanê tenê rêjeya alîkariya xezîneyê ya CHPê zêde bû û alîkariya 4 partiyên din kêmtir bû.

Li gor encamên ne fermî AK Partiyê bi rêjeya %36.60 267 parlamenter, CHPê bi rêjeya %25.35 169 parlamenter, Partiya Çepên Kesk bi rêjeya %8.82 61 parlamenter, ÎYÎ Partiyê bi rêjeya %9.70 44 parlamenter û MHPê bi rêjeya %10.08 50 parlamenter bi dest xistin. Li gor vê cedwelê ji bilî CHPê alîkariya xezîneyê ya partiyên din dê kêmtir bibe.

AK Partiyê di hilbijartina 2018an de bi rêjeya %42.49 deng wergirtibûn û di 14ê Gulanê de %36.60ê dengan wergirt. AK Partî partiya ku herî zêde alîkariya xezîneyê werdigre, lê ji ber rêjeya dengên wê daket dê alîkariya xezîneyê jî kêm werbigre. CHPê di hilbijartina 2018an de %22.67 deng wergirtibûn û 14ê Gulanê %25.35 deng wergirtin û dê alîkariya xezîneyê zêdetir werbigre.

Partiya Çepên Kesk di nav 5 partiyan de dê bi rêjeya %8.82 kêmtirîn alîkariyê werbigre. Partiya Yeniden Refah jî bi rêjeyeke kêm alîkariya xezîneyê ji dest da. Yeniden Refahê di 14ê Gulanê de %2.82ê dengan wergirt û negihişt rêjeya pêwîst a %3.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst