Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê hişyariya derketina qeyrana xwarinê da

16-04-2022
RÛDAW
Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê hişyariya derketina qeyrana xwarinê da
Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê hişyariya derketina qeyrana xwarinê da
Nîşan Qeyrana Xwarinê WTO Bazirganî Cîhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê hişyariya derketina qeyrana xwarinê da û diyar dike ku mezinbûna aboriya cîhanî dadikeve.

Serokê Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê got, "Em li bendê ne ku qeyrana xwarinê derkeve. Berî şer jî buhayên xwarinê di asta herî jor de li gorî pîvanên navdewletî bûn."

Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê (WTO) hişyarî dide ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de aloziya bazirganiya cîhanî kurtir kiriye, mezinbûna aboriya cîhanî aniye xwarê û buhayên li ser standartên navneteweyî bilindtir kiriye.

Seroka Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê Ngozi Okonjo-Iweala anî ziman, "Kêmbûna enerjî û madenên ji Rûsya û Ukraynayê tên hilberîn, bandora yekser li ser aboriya cîhanê û bilindbûna buhayê xurekan kiriye.”

Rêxistina Bazirganîya Cîhanî pêşbîniyên mezinbûna bazirganîya cîhanî di ber çavan re derbas kir û diyar kir, di sala 2022 de dê hêza bazirganîya cîhanî tenê ji sedî 3 mezin bibe û di demên berê de ragihandibû ku dê ji sedî 4.7 be.

Rêxistinê her wiha ragihand ku li gorî lêkolînan, wan dîtine ku ji bo telafîkirina kêmasiyan divê di dema qeyranê de qebareya kar bê zêdekirin.

Ngozi Okonjo-Iweala got, "Divê em bêhnekê vedin. Bila were bîra me, divê çend aliyên di nav cîhanê de pêş bixin. Divê em binihêrin bê ka pergala bazirganîyê ya pir alî ya navnetewî niha ji bo me dikare çi bike. Ti şik û guman tune ye ku dijwariyeke mezin li hember bazirganîya navneteweyî heye. Rola rêxistina me ew e ku welatan bi awayekî bi hev ve girê bidin ku xizmeta aştiya cîhanê bikin."

Li gor Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê, xizmetên bazirganiyê yên li gelemperiya cîhanê dê ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê zerareke mezin bibîne û mezinbûna aboriya cîhanî jî dê ji sedî 1,3 dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst