Metal Îş: Sînorê hejariyê 39 hezar û 886 lîre ye

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Metal Îş Tirkiye Hejarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînê ya Metal-Îşê ya Yekgirtî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê 11 hezar û 525 lîre û sînorê hejariyê jî 39 hezar û 886 lîre ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane 11 hezar û 402 lîre ye.

Navenda Lêkolînê ya Metal-Îş a Yekgirtî, amarên sînorê birçîbûn û hejariyê yên Tîrmeha 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amarên Metal-Îşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêjeya sînorê birçîbûn û hejariyê di nav salekê de ji sedî 68 zêde bûye.

Li gorî amaran, sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî 11 hezar û 525 lîre û sînorê hejariyê yê malbateke 4 kesî jî 39 hezar û 886 lîre ye.

Par meha tîrmehê sînorê birçîbûnê 6 hezar û 856 lîre û sînorê hejariyê 23 hezar û 715 lîre bû.

Li gor amarên Metal-Îşê ji bo jiyaneke tendurist divê her kesê ciwan an bitemen mehane zêdeyî 3 hezar lîreyan ji bo xorakan xerc bike û ji bo her zarokekî jî 2 hezar û 609 lîre bê xerckirin.

Xerciyên malbateke 4 kesî bêyî kirê, elektrîk, av, înternet û xerciyên din tenê ji bo xwarinê 11 hezar û 525 lîre ye ku ev reqem ji mûçeyê kêmane jî kêmtir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst