Erdexan - Bazirganiya di Deriyê Sînorî yê Aktaşê re zêde bûye

14-07-2022
RÛDAW
Rêza barhilgirên hinardeyê li Deriyê Sînorî yê Aktaşê li navçeya Zurzunaya parêzgeha Erdexana zêde bûye
Rêza barhilgirên hinardeyê li Deriyê Sînorî yê Aktaşê li navçeya Zurzunaya parêzgeha Erdexana zêde bûye
Nîşan Deriyê Sînorî yê Aktaşê Erdexan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Barhilgir û kamyon li ber Deriyê Sînorî yê Aktaşê li navçeya Zurzunaya parêzgeha Erdexana Bakurê Kurdistanê ketine rêzê û çûnûhatin û tevgera bazirganî bi rêya wî derî ji bo welatên Asya Navîn zêde bûye.

Rêza barhilgirên hinardeyê li Deriyê Sînorî yê Aktaşê li navçeya Zurzunaya parêzgeha Erdexana zêde bûye.

Sala 2021ê 48 hezar û 103 barhilgirên hinardeyê ji Deriyê Sînorî yê Aktaşê yê li sînorê Gurcistanê berê xwe dabûn welatên Asya Navîn. Lê îsal di 6 mehên destpêka 2022ê de 59 hezar û 78 barhilgirên hinardeyê ji deriyê sînorî derbasî Gurcistanê û welatên Asya Navîn bûne.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Erdexanê Çetin Demirci dibêje: “Deriyê Sînorî yê Aktaşê sala 2016an hat nûjenkirin. Piştî nûjenkirinê hejmara barhilgirên, ku Deriyê Sînorî yê Aktaşê bikar anîn zêde bûn. 2020ê 36 hezar barhilgir derbas bûn, sala 2021ê 48 hezar barhilgir derbas bûn. Di 5 mehên destpêkê yên sala 2022ê hejmar gihişte 51 hezar û 500 barhilgiran.”

Deriyê Sînorî yê Aktaşê, deriyê herî stratejîk e ku bo Asya Navîn vedibe û ji ber sedemên bazirganî û konjokturel girîngiya wê roj bi roj zêde dibe.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Erdexanê Çetin Demirci jî got: “Ji aliyê xizmet û veguhestinê ve bilez û baştir e. Ji 3 deriyên sînorî yên bo Asya Navîn 2yê wan li Erdexanê ne, ev jî wê ya nîşan dide, ku Erdexan ji bo Asya Navîn navendeke girîng e.”

Li Erdexanê ji bilî Deriyê Sînorî yê Aktaşê ligel Gurcistanê, Deriyê Sînorî yê Turkgozu yê jî heye, ku meha Adara 2022ê ji ber nûjenkirinê hatibû girtin û meha Hezîrana 2022ê hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst