TUIK: Enflasyona berhemanîna çandiniyê %106 zêde bûye

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Berhemên Çandiniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) rêjeya enflasyona berhemanîna çandiniyê di Adara 2023an de li gor meha Sibatê %1.79 û salane jî %106.77 zêde bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) rapora xwe ya Endeksa Xerciya Çandiniyê ya Adara 2023an eşkere kir.

Li gor rapora TUIKê enflasyona berhemanîna çandiniyê di meha Adarê de li gor meha Sibatê %1,79 û li gor meha Kanûna sala borî ji %20.51 û li gor heman meha sala borî jî %106.77 û bi zêdebûna %174.94an xerciya narinciye di rêza yekem de ye.

Li gor meha borî Sibatê di Adara 2023an de zêdebûna xerciyan:

Çandinî û berhemên nêçîrê: %1.64

Berhemên daristanê: %3.96

Berhemên masîvaniyê: %6.72

Berhemên nebatî: %3.51

Berhemên ajelên zindî: %7.22

Li gor sala borî di Adara 2023an de zêdebûna xerciyên:

Berhemên nebatî: %21.55

Dexlûdan û tov (Birinc ne di nav de ye): %68.88

Narenciye: %174.94

Fêkî: %73.85

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst