Li Stenbolê kirêya xaniyan her diçe zêde dibe

14-03-2023
Omer Sonmez
Piştî erdhejê li Stenbolê kirêya xaniyan zêde bûye
Piştî erdhejê li Stenbolê kirêya xaniyan zêde bûye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) -  Li gorî rapora kompanyaya nirxdariya emlake Endeksayê, li Stenbolê di nav salekê dawî de kirêya xaniyan ji sedî 176, di nav du salên dawî de jî ji sedî 319 zêde bûye. Bi giştî li Stenbolê kirêya xaniyan teqrîben 10 hezar û 230 lîreyê Tirkî ye û li hin navçe û semtan kirêya xaniyan heta 30-40 hezar lireyî jî bilind dibe.

Li Stenbolê di nav salekê dawî de kirêya xaniyan ji sedî 176, di nav du salên dawî de jî ji sedî 319 zêde bûye. Piştî erdhejên li Mereşê li gelek bajaran û li Stenbolê jî kirêya xaniyan zêde bûye.

Li gorî emlakfiroşan, li Stenbolê kirêya xaniyan ji 10 hezar lîreyê Tirkî dest pê dike heta 30-40 hezar lireyî jî diguhere.  Lê ji ber ku li Stenbolê piraniya xaniyan kevn in û ne saxlem in xelk  dixwazin ji xaniyên yên berê derkevin û bere xwe bidin cih û warên ewle. Lê ji ber bihayên zêde piraniya wan nikarin cihên xwe biguherînin.

Emlakfiroş didin zanîn, piştî erdhejên li Mereşê li gelek cihan û li Stenbolê jî kirêya xaniyan zêde bûye.

Emlakfiroş Şeymus Aslan dibêje: “Piştî erdhejê kesên ku li Stenbolê li avahiyên kevn rûdinên dixwazin derbasî cihên nû bibin. Lê ji berk u avahiyên nû zêde tune ye kapasite têr nake ku xelk karibin cihên xwe biguherînin. Niha ji bo avahiyên nû daxwaz hene, ji, loma jî hinekê kire zêde bûn. Lê ji ber tunebûna xaniyên nû û bihayê kirêyan însan ji neçarî li cihên xwe dimînin.”  

Hikûmeta Tirkiyê ji bo pêşî li kirêyên zêde bigre di 8ê Hezîrana 2022yan de biryarekê nû dabû û zêdebûna kirêya xaniyan heta 1ê Tîrmeha 2023yan ji sedî 25 hatibû sînordarkirin. Lê li gel vê biryarê jî kesên fersenda xwe dîtin kirêya xaniyan ji sedî 50 heta ji sedî 300î jî kirêya xanîyan zêde kirin.

Kirêcî Okkeş dibêje: “Min berê 1.500 lire kirê dida, niha bûye 3 hezar lire. Ez ji vê re şikir dikim. Bi rastî ji bo her kesî kirêya xaniyan pir biha ye. Kirêya 3 hezar lire kirin 9 hezar lire. Xelk ji mecbûrî rûdinê.”

Kirêcî Guleser jî got: “Niha li apartmana me kire bûne 10 hezar lire. Berê 2-3 hezar lire bû.”

Xwediyê xanî Durmuş Akgul jî got: “Ez şerm dikim. Bi rastî ez şerm dikim ku ji kirêciyê xwe zem bixwazim. Heyf e heyf. Kirêya xaniyan bûye qasî mûçeya herî kêm.”

Kirêcî Veysel jî anî ziman: “Xwediyê xaniyan pir fersendkariyê dikin. Lewra dema dewlet kontrole neke em mirov xwedî fersenda xwe ne. Sûcê me jî tune ye, lewra em vê yeke ji dewletê hîn bûn.”

Li Stenbolê bi fermî 16 milyon kes dijîn, lê ne fermî derdora 20 milyon meriv dijîn.  Ji sedî 70yê avahiyên li Stenbolê, beriya sala 2000 û beriya wê hatine çêkirin, yanê piraniya wan li gorî talîmatnameya erdhejê nehatine çêkirin.

Nistecihên Stenbolê piştî erdhêjên Mereşê her bi metirsiya erdhejê dijîn. Beşek ji wan dixwazin ji xaniyên xwe yên berê derkevin û barê cih û xaniyên ewle bikin. Lê ji ber bihayên zêde ew nikarin cihên xwe biguherînin. Lê pispor her dibêjin, ne erdhej, lê avahîyên ne saxlem merivan dikuje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst