Li Rihayê bazara ajelan ji niha ve geş bûye

13-06-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Riha Bazara Ajelan Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara ajelan a Rihaya Bakurê Kurdistanê, van rojan çûn û hatineke zêde lê heye. Bi nêzikbûna Cejna Qurbanê tevgera li bazarên ajelan ên Bakurê Kurdistanê ji niha de zêde bûye.

Li Rihayê ajeldarên ku li gund û kêlgehan ajelan xwedî dikin hêdî hêdî ajelên xwe vediguhesin bazara ajelan ku yek ji mezintirîn bazarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.

Serokê Komeleya Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê Izzet Çiftçi dibêje “Tevî hemû tiştekî bihayê goşt ne giran e, bihayê ajelên biçûk di navbera 2 hezar 500 û 5 hezar lîre de diguhere. Bihayê ajelên mezin jî di navbera 15 hezar û 25 hezaran de ye. Heta 35 hezaran jî ajelên mezin hene. Dê biha di vê standartê de bisekinin. Em çaverê nakin ku biha zêde bibin.”

Welatiyên ku dixwazin zûtir qurbanên xwe bikirin û heta cejnê xwedî bikin serdana bazarê dikin û di encama bazareke tund de qurbanên xwe dikirin.

Ajeldar Ramazan Olgaç got “Bila xelk netirsin werin ajelên xwe bikirin. Li Rihayê hejmara ajelan zêde ye û bihayên wan jî guncav in. Gelek baş in, tiştekî giran nîne.”

Riha di hejmara ajelên biçûk de li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rêza sêyemîn de ye û ji bilî pêwîstiya navxweyî hejmareke zêde ya ajelan jî bo bajarên Tirkiyê hinarde dike.

Li gor amarên fermî li Rihayê 276 hezar bizin û 2 milyon 152 hezar mî bi tevahî 2 milyon û 428 hezar serî ajelên biçûk û 331 hezar û 181 serî ajelên mezin hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst