Hejmara kesên ku nikarin deynê krediya xwe bidin zêde bûye

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Deyn Kartên Krediyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Stratejî û Budceyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê rapora heftane ya aboriyê eşkere kir.

Li gorî rapora heftane ya aboriyê ya Serokatiya Stratejî û Budceyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, meha îlonê hejmara kesên ku nikarin deynê krediya xwe bidin li gorî heman meha sala par ji sedî 20,8 zêde bûye û gihiştiye 118 hezar û 857 kesan.

Li gorî raporê, hejmara kesên ku nikarin deynê kartên krediyê bidin ji sedî 15,5 kêm bûye û daketiye 90 hezar û 13 kesan.

Di neh mehên destpêkê de hejmara kesên ku nikarin krediya xwe ya şexsî bidin li gorî heman mehên sala par ji sedî 22,4 kêm bûye û daketiye 635 hezar û 837 kesan.

Hejmara kesên ku nikarin deynê kartên krediyê bidin ji sedî 12,7 kêm bûye û daketiye 616 hezar û 903 kesan.

Ji ber enflasyon û daketina nirxê lîreyê Tirkî ye

Li gorî pisporan meha îlonê ji ber enflasyon û daketina nirxê lîreyê Tirkî hejmara kesên nikarin deynê krediyên xwe yên şexsî bidin zêde bûye.

Herwiha ji ber hêsankirina şertên deynan ji aliyê bankan ve hejmara kesên nikarin deynên xwe yên krediyan bidin kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst