Li Amedê cotkar ji bihayê kîloya pembo ne razî ne

13-10-2022
Abdulselam Akinci
Li Amedê cotkar ji bihayê kîloya pembo ne razî ne
Li Amedê cotkar ji bihayê kîloya pembo ne razî ne
Nîşan Amed Pembo Nirx Cotkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amed a Bakurê Kurdistanê cotkarên pembo nirxê ku ji bo her kîloyekê hatiye destnîşankirin kêm dibînin. Ji ber vê jî, pemboyê xwe kom dikin û bênderan qûç dikin lê nafiroşin.

Yekîtiya Kooperatîfên Cotkarên Pembo (Çûkobîrlîk) berî niha gotibû, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê kîloyek pembo 21 lîre ye lê piştre ji biryara xwe poşman bû û betal kir. Ev yek di nava cotkarên pembo de bûye cîhê nerazîbûnê.

Ew dibêjin ji ber ku Çûkobîrlîkê nirxê xwe betal kir, nirxê her kîloya pembo li bazara azad daket 15 lîreyan û ev jî mesrefa wan dernaxe. Odeyên cotkaran jî dibêjin, Wezîrê Çandiniyê ew li hêvîya wijdanê pîşesaz û navbeynkaran hîştiye û ew jî berhemê wan bi nirxekî mirî dikirin.

Cotkarê Pembo Hemze Kaya li ser rewşa cotkaran got, “Yanî em niha kiloya pembo ji 20-25 lîre berjêrtir bidin em kok zirar dikin. Ji xwe em dibêjin sere kîloyê 16 lîre lêçûna me ye. Heqê mazotê, avê û elektirîkê li ser me bûye 3-4 qat. Me sala par serê kîloyekê lîreyek dida, îsal 2-3 lîre em didin karkeran. Yanî me xilas nake wî karkerî jî ev pere xilas nake.”

Serokê Odeya Cotkaran ê navçeya Yenîşehîr a Amedê Silêman Îskenderoglu jî bale dikşîne ser zêdebûna lêçûnan û ji ber rewşa heyî Wezîrê Çandiniyê Wehît Kîrîşçî tawanbar dike.

Serokê Odeya Cotkaran ê navçeya Yenîşehîr a Amedê Silêman Îskenderoglu got, “Wezîrê Çandiniyê jî li cotkara nabe xwedî. Cotkar bêxwedî hîştîne. Wezîr cotkaran li hêviya wîjdana pişesaz, çirçircî û komîsyonciyan hîştiye. Cotkar perîşan in, wezîr xwe kerr kiriye.”

Niha li Amedê ji bo vekirina 40 kêlgêhên tekstîlê kar û xebat berdewam in ku Amed dê bi pemboya xwe bibe navendeke tekstîlê lê ji ber rewşa xirab a cotkarên pembo ev xeyal di bin metirsiyê de ye.

Çawîşê Cotkara Wehîb Demîr jî behsa rewşa karkerên cotkariyê kir û got, “Em di demjimêr 03:00an de ji mal tên êvarê di demjimêr 17:00an de dev ji kar berdidin. Karker jî dibêjin bila destheqa me derkeve. Pembo di nav zeviyan de rezil bûye, destheq jî dernakeve.”

Cotkar Evdila Aslan jî anî ziman, “Welleh heke bi vî rengî here divê em melzemeyên xwe, motorên xwe bifiroşin ji ber ku ev berhem bi giştî bi deyn hatiye vê rojê.”

Karker Qoçelî Çîçek got, “Xwedîyê pembo jî qezenc nakin, em jî qezenc nakin. Ne ji me re tiştek heye ne jî ji wî re tiştek heye.”

Ji ber rewşa heyî Çûkobîrlîkê hîn jî biryareke nû negirtiye, ji ber wê jî nayê zanîn ku ev pirsgirêk dê çawa û kengî çareser bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst