Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn biha dibe

Duh li 10:08
RÛDAW
Nîşan Benzîn Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn biha dibe û ji îşev pê ve bi qasî 1,81 lîreyan biha dibe.

Bi daketina lîreyê Tirkî li beramberî dolarê Amerîkî û diravên biyanî, bihayê sotemeniyê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane tê diguhere.

Li gorç çavkaniyên sektora sotemeniyê ji roja înê û pê ve benzîn bi qasî 1,81 lîreyan zêde dibe.

Bi bihayê nû re lîtreya benzînê dê li Stenbolê bi 45,3 û  li Enqereyê bi 46,09 lîreyan bê firotin.

Li Amedê jî dê bi 48,23 lîreyan bê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst