Serokwezîr Barzanî û Bayraktar li ser Petrola Kurdistanê axivîn

Duh li 09:16
Nîşan Mesrûr Barzanî Alparslan Bayraktar Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser hinartina Petrola Kurdistanê axivîn.

Alparslan Bayraktar ji aliyê Wezîrê Kareba Çavkaniyên Xwezayî yê bi Wekalet Kemal Mihemed, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Birêvebirê Kar û Barên Tirkiyeyê Hoşeng Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Bayraktar pişt re bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re rûnişt.

Di hevdîtinê de rakirina astengiyên li pêşiya hinartina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendara Ceyhanê ya Tirkiyeyê hat nirxandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku civîn li Hewlêrê hatiye kirin û got:

"Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Enerjiyê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, bi taybetî xurtkirina hevkariya di warê enerjiyê de û rakirina astengiyên li pêşiya hinartina petrolê hatin nirxandin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan li ser hevkariya hevbeş a ji bo destpêkirina hinartina Petrola Kurdistanê ya di demeke nêzîk de li hev kiriye.

Bayraktar Çûbû Bexdayê

Bayraktar bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku wî û Alîkarê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenî derbarê derfetên hevkariyê yên di warê petrol û gaza xwezayî de hevdîtinek pêk aniye.

Bayraktar diyar kir ku di hevdîtinê de, pêvajoya projeyên heyî yên di navbera Enqere û Bexdayê de û her wiha derfetên hevkariyê yên derbarê petrol û gaza xwezayî de hatine nirxandin.

Wî da zanîn ku wî bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re jî hevdîtinek pêk aniye û wan bipêşketinên herêmî nirxandine û wiha got:

"Me bipêşketinên herêmî û bandora wan a li ser welatên me û sektora enerjiyê nirxandin û me bal kişand ser girîngiya bikaranîna Projeya Rêya Bipêşketinê jî.”

Alparslan Bayraktar di çarçoveya serdana xwe de bi Wezîrê Karebayê yê Îraqê Ziyad Elî Fazil re jî civiyabû.

Bayraktar got ku wan mijara hilberîna enerjiya nûjenbar gotûbêj kiriye.

Çi bûbû?

Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ya Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot.

Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst