Rekoreke nû: Lîre daket û dolar gihişt 23.64 lîreyan

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Lîreyê Tirkî Dolarê Amerîkî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê lîreyê Tirkî li hember dolar û pereyên din ên biyanî zêdetir daket û rekoreke nû tomar kir.

Îro 9ê Hezîrana 2023ê serê sibehê pêş vebûna borseyên Tirkiyê, bihayê dolar li hember lîre gihişte 23.64 lîreyan û euro jî gihişte 25.73 lîreyan.

Daketina bihayê lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî piştî hilbijartina serokkomariyê ya 28ê Gulanê jî berdewam e. Di çend rojên dawî de lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî bi qasî %7 bihayê xwe ji dest daye.

Berî hilbijartinên 14ê Gulanê yek dolarê Amerîkî derdora 19.50 lîreyî bû. Berî gera dûyem a hilbijartina serokkomariyê jî ku di 28ê Gulanê de hat kirin, yek dolarê Amerîkî bi 19.97 lîreyî bû.

Ev di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di kabîneya xwe ya nû de wek Wezîrê Xezîne û Darayî cih daye Wezîrê berê yê Aboriya Tirkiyê Mehmet Şîmşek û hêvî dike ku aboriya Tirkiyê vegerîne rewşa berê û nirxê lîreyê Tirkî hinekî bilind bike.

Şîmşek wek Wezîrê Darayî di yekem peyama xwe de gotibû, “Ji bilî vegerîna bo polîtîkayên rasyonel ti rêyeke Tirkiyê nemaye.”

Li gor çavdêran û şirovekarên rewşa aborî ya Tirkiyê, ev peyam jî tê wê wateyê ku Şîmşek dê di warê aborî de polîtîkayên berovajî yên hikûmeta berî niha cîbicî bike û çavê bazaran li pêngavên wî yên nû yêna borî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst