Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji bihayê dexlûdanê ne razî ne

08-06-2024
RÛDAW
Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji bihayê dexlûdan ne razî ne / Wêne: AA
Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji bihayê dexlûdan ne razî ne / Wêne: AA
Nîşan Bihayê Genim Cotkarên Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji bihayê dexlûdanê ne razî ne û dibêjin bi bihayê hatiye diyarkirin dê zerer bikin.

Cotkarên Bakurê Kurdistanê piştî ked û xwêdana salekê, li hêviya wergirtina heqdestekî baş bûn.

Bihayê TMOyê eşkere kir bû sedema nerazîbûna cotkaran. 

Cotkar diyar dikin, eger ew dexlûdanê xwe bi vî bihayê diyarkirî bifiroşin, dê zererê bikin û xercî û qezenca wan tev dernakeve.

Sala borî bihayê genim 8 hezar û 250 lîre bû.

Ofîsa Berhemên Axê ya Tirkiyeyê (TMO) diyar kir ku îsal bihayê kîloyeke genim 9 hezar û 250 lîre ye.

Ji ber enflasyonê bihayê gubre, mazot û dermanên zîraî jî 3 heta 4 qatan giran bûne.

Cotkar dibêjin divê bihayê genim bi kêmanî 13 lîre be ku ew zererê nekin.

“Cotkar êdî neman”

Cotkarê bi navê Tufan Uzma amaje bi wê yekê kir ku wî zerer kiriye û êdî cotkar nemane û wiha got:

“Îsal min 100 donim genim çandibû û zerer kir. Sala borî bihayê genim 8 hezar û 250 lîre bû îsal derketiye 9 hezar û 250 lîreyan.

Gubre, mazot û derman 3 heta 4 qat zêde bûne.

 Ma qey dewlet vê yekê nizanin. Herî kêm divê bihayê genim 13 lîre be ku cotkar zererê neke.

Niha cotkar di zererê de ne. Jixwe êdî cotkar nikarin çandiniyê bikin. Cotkar neman.”

Li parêzgeha Amedê ku navendeke girîng a çandiniyê ye îsal nêzîkî 3 milyon û 300 hezar dekar genim û ceh hatiye çandin

Cotkar  ji bihayê hatiye eşkerekirin ne razî ne.

Serokê Lîjneya Kordînasyona Odeyên Çandiniyê ya Amedê eşkere kir ku bihayê genim herî kêm divê 13 lîreyan derbas bike.

“Bila TMO bihayê genim biguherîne”

Serokê Lîjneya Kordînasyona Odeyên Çandiniyê yê Amedê Cevat Delil jî got:

“Hem li Amedê û hem jî li herêmê di salên pêş de çandina genim û ceh dê gelekî kêm bibe.

Ji ber ku xercî zêde ye û biha kêm e. Cotkar bi vî bihayî nikarin çandiniyê bikin.

Banga me ji bo TMOyê ew e ku bihayê ku diyar kiriye biguherîne û zêde bike.”

Piştî eşkerekirina bihayê kirîna dexlûdanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmarek Odeyên Çandiniyê û parlamenterên CHPyê jî nerazîbûna xwe anîn ziman.

Aliyên siyasî û saziyên cotkaran dixwaze bihayê dexlûdanê careke din bê nûkirin û herî kêm bihayê toneke genim bibe 15 hezar lîre.

Bihayê dexlûdanê yê sala 2024an wiha ye:

Genimê Meqerne: 10.000 Lîre

Genimê Nan: 9.250 Lîre

Ceh: 7.250

Bihayê dexlûdanê yê sala 2023yan wiha ye:

Genimê Meqerne: 9.000 Lîre

Genimê Nan: 8.250 Lîre

Ceh: 7.000

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst