Li Tirkiyê bihayê benzîn û mazotê zêde bû

06-09-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê benzîn û mazotê careke din hat zêdekirin. Li Tirkiyê bi daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî di serî de sotemenî bihabûna nirxan berdewam e.

Li gor medya Tirkiyê, ji îro 6ê Îlonê ve lîtreya benzînê 56 quruş û lîtreyeke mazotê 69 quruş hat zêdekirin.

Bi vî awayî li Stenbolê lîtreya benzînê dibe 24 lîre û 47 quruş û lîtreya mazotê jî li Stenbolê bi 18 lîre û 66 quruşan tê firotin.

Ev di demekê de ye daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî berdewam e û niha dolarekî Amerîkî bi 18.20 lîreyên Tirkî ye. Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de enerjî û sotemenî, rojane kelûpel û pêdiviyên sereke jî di nav bazaran de biha dibin û hêza kirînê ya welatiyan dikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst