Li Kilîsê tevî hişkesaliyê berhema zeytûnan baş e

06-08-2023
RÛDAW
Tê pêşbînîkirin 25 hezar ton zeytûn bê berhemanîn
Tê pêşbînîkirin 25 hezar ton zeytûn bê berhemanîn
Nîşan Kilîs Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê berhma zeytûnan baş bû û dahata wê jî bi gotina xelkê deverê dê zêde be.

Li parêzgeha Kilîsê tevî hişkesaliyê îsal berhema zeytûnan a ji bo zeytê baş e û tê pêşbînîkirin dahata wan jî zêde be.

Serokê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zeytûnan a Efrînê Prof. Dr. Nazım Şekeroglu got:

“Li piraniya welatên berhemhênerên zeytûnan ji ber germê berhemê zeytûnan bi awayekî berbiçav kêm bûye. Li Kilîsê em bi şêwazên kevneşopî zeytê berhem tînin û derman, av û zibil nadin daran. Tehemûla darên zeytê li hemberî germê zêde ye û tevî hişkesaliyê berhemê me dê zêde be.”

Meha îlonê komkirina zeytûnan dest pê dike

Li Kilîsê dê 15ê Îlonê komkirina pêşwext dest pê bike û heta meha Çiriya Paşîn bidome.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Kilîsê Îbrahim Kara jî got: “

“Em pêşbînî dikin 20-25 hezar ton zeytûn bê berhemanîn. Ji ber ku berhema wê baş e, em li Kilîsê 15ê Îlonê dest bi komkirina pêşwext dikin. Di rewşên asayî de, di mehên çiriya pêşîn û çiriya paşîn de tên komkirin.”

Li Kilîsê zêdeyî 3 milyon û 500 hezar darên zeytûnan hene

Parêzgeha Kilîsê ya li ser sînorê Efrînê navendeke girîng a berhemanîna zeytûnan e.

Li Kilîsê zêdeyî 3 milyon û 500 hezar darên zeytûnan hene û salane nêzîkî 30 hezar ton zeytûn û di navbera 6 û 8 tonan de zeyt tê berhemanîn.

Zeyta Kilîsê ji bo welatên Ereban û Ewropa û Amerîkayê tê hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst