Daketina bihayê lîreyê Tirkî berdewam e

06-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî berdewam e û dolarek gehişte 17,16 lîreyan.

Dolarê Amerîkî, piştî biryara sînordarkirina krediyên bazirganiyê ji aliyê Lijneya Sererastkirin û Kontrolkirina Bankeyan (BDDK) ve ku 24ê Hezîranê eşkere kiribû doh 5ê Temûzê careke din sînorê 17 lîreyên Tirkî derbas kiribû.

Îro 6ê Temûza 2022an nirxê lîreyê Tirkî zêdetir daket û dolarekî Amerîkî gehişte 17,16 lîreyan û euro gehişte 17,61 lîreyan.

Herî dawî dema Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 7ê Hezîranê gotibû “em faîzê bilind nakin û berovajî dadixînin” bandor li nirxê lîreyê Tirkî kiribû û bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî zêdetir daketibû.

Roja 8ê Hezîranê li bazarê dolarekî Amerîkî 17 lîreyên Tirkî derbas kiribû û euroyek jî bi 18.19 lîreyên Tirkî dihat firotin.

Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de enerjî û sotemenî, rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke biha dibin û hêza kirînê ya welatiyan dikeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst