Rêveberiya Xweser 560 hezar ton genim û ceh ji cotkaran wergirtiye

06-07-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser Genim Ceh Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ragihand ku wan heya niha zêdetirî 560 hezar ton ceh û genim ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê wergirtine û li hember jî 50 milyar lîreyên Sûrî dane wan cotkaran.

 

Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku navendên wan yên taybet bi wergirtina berhemên çandiniyê, heya niha zêdetirî 380 hezar ton genim û zêdetirî 180 hezar ton ceh ji cotkarên deverê wergirtine.

 

Selman Barûdo herwiha eşkere kir ku ew niha xwe amade dikin da ku tovê sala bê ji cotkaran re peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst