Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hêza kirînê ya mûçeyê kêmane

03-09-2022
RÛDAW
Nîşan Mûçeya Kêmane Bakurê Kurdistanê Tirkiye Hêza Kirinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Tirkiye tevî ku îdia dike bi zêdekirina mûçeyê kêmane welatiyan li beramber bilindûna enfilasyonê diparêze lê pereyê ku di berîka wan de ji ber bihabûna nirxê pêdiviyên sereke yên jiyanê roj bi roj dihele. Li gor berhevkirina Çileya 2021ê û Tebaxa 2022ê zêdebûna nirxên pêdiviyên sereke ji tûpê medbexê heta xorakê biha bûna û ji ber bihabûnên di her warî de hêza kirînê ya welatiyan kêm bûye.

Bihakirinên ku li ser hev tên kirin barê li ser milê welatiyan roj bi roj girantir dike, bi taybetî kesên bi mûçeyê kêmane kar dikin. Parlamenterê CHPê Vehbî Bakiroglu bi lêkolînekê ji Çileya 2021 û heta Tebaxa îsal di nav bazarê de, bi berhevkirina mûçeyê kêmane ligel zêdebûna nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke di di nav bazaran de kêmbûna hêza kirînê ya welatiyan li Tirkiye nîşan dide.

Mûçeyê kêmane

Li gor lêkolîna wî parlamenterê CHPê mûçeyê Kêmane di Çileya 2021ê de 2 hezar û 825 lîreyên Tirkî bû, îro 5 hezar û 500 lîreyên Tirkî ye. Bi dolar mûçeyê kêmane ji 384 dolar daketiye 302 dolaran.

Nan kg

Di Çileya 2021ê de nirxê kîloyek nan bi 7.5 lîreyên tirkî bû. Bi mûçeyê kêmane 376 kîlo nan dihat kirîn. Lê niha kîloya nan bi 18.75 lîreyên Tirkî ye û bi mûçeyê kêmane tenê 294 kîlo nan tê kirîn.

Gaza xwezayî metresêca

Nirxê yek metresêca gaza xwezayî wê demê bi 2.03 lîreyên Tirkî bû û bi mûçeyê kêmane 1391 metresêca gaza xwezayî dihat kirîn lê niha metresêcaya gaza xwezayî bûye 5.70 lîreyên tirkî û bi mûçeyê kêmane tenê 965 metresêca gaza xwezayî tê kirîn.

Sotemenî

Di Çileya 2021ê de nirxê lîreyeke mazotê bi 6.75 lîreyên tirkî bû, bi mûçeyê kêmane 418 lître mazot dihat kirîn, lê niha nirxê lîtreyeke mazotê gihiştiye 27.08 lîreyên Tirkî û bi mûçeyê kêmane tenê 203 lître mazot tê kirîn. Rewş di benzînê de jî bi heman awayî ye. Benzîn jî bi 7.33 lîreyên Tirkî bû karkerekî bi mûçeyê kêmane 385 lître benzîn dikirîn, lê niha lîtreyeke benzînê 20.30 lîreyên tirkî derbas kiriye û bi mûçeyê kêmane tenê 270 lître tên kirîn.

Ava vexwarinê metresêca

Ava vexwarinê jî metresêcaya wê di Çileya 2021ê de bi 6.24 lîreyên Tirkî bû û bi mûçeyê kêmane 452 metresêca dihat kirîn lê niha yek metresêca av bo 16.78 lîreyên Tirkî zêde bûye û xebatkarek bi mûçeyê xwe yê kêmane tenê dikare 327 metresêca av bikire.

Sebeta xorak û paqijiyê

Xerciya sebeta 27 parçe maddeyên xorak û paqijiyê di Çileya sala derbasbûyî de 550 lîreyên Tirkî bû. Kesekî ku bi mûçeyê kîmane kar dikir dikarî 5 sebetan bikire û di ser de jî 75 lîre di berîka wî de diman, lê niha xerciya heman sebetê bûye hezar û 363 lîreyên Tirkî û tenê 4 sebet tên kirîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst