Enflasyon: TUIK dibêje %43.68 e û ENAG dibêje %105.19 ye

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Enflasyon ENAG Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Nîsana 2023an, bi rêjeya %2.39 zêde bûye û salane jî gihiştiye %43.68an, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona meha Nîsanê %4.86 e û ya salane gihiştiye %105.19an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro 3ê Gulana 2023an amarên enflasyona meha Nîsana 2023an eşkere kirin.

Li gor amaran, Nîsana 2023an enflasyon bi rêjeya %2.39 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê %43.68 e.

Di meha Nîsanê de li gor heman meha sala par herî zêde bi rêjeya %66.62 xerciyên tendirustiyê zêde bûne û herî kêm jî bi rêjeya %13.82 xerciyên cilûbergan zêde bûne. Mehane jî herî zêde bi rêjeya %5.93 ragihandin zêde bûye.

Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %105.19 ye û ya Nîsana 2023an jî bi rêjeya %4.86 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst