Zengene: Eger bi INSTEX pereyê petrolê neyê veguhastin giringiya vê nîne

02-07-2019
Zinar Şîno
Wezîrê Petrolê yê Îranê, Bîjen Zengene derbarê kanala darayî ya Ewropayê ya li gel Îranê de ku bi INSTEX tê naskirin, daxuyanî da Rûdawê.
Wezîrê Petrolê yê Îranê, Bîjen Zengene derbarê kanala darayî ya Ewropayê ya li gel Îranê de ku bi INSTEX tê naskirin, daxuyanî da Rûdawê.
Nîşan Îran Wezîrê Petrola Îranê Bîjen Zengene INSTEX Ewropa
A+ A-

Viyenna (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îranê, Bîjen Zengene ragihand, eger ew nekarin bi rêya mekanîzmên saziya INSTEX a ewropî, pereyê petrola xwe veguhêzin Îranê, wê demê ti giringiya wê saziyê bo Tehranê tune ye.

 

Bîjen Namdar Zengene ku bo beşdariya di civîna OPECê de serdana Viyennayê kiriye, ji Rûdawê re got, eger welatên Ewropî bikarin di riya kanala INSTEX re pareyê petrolê veguhêzin Îranê, ev yek baş e, lê eger nekarin vê yekê bikin, wê demê INSTEX ji bo Îranê bê mifa ye û bi kêrî wan nayê.

 

Di bersiva pirsa Rûdawê de ku ‘gelo INSTEX dikare alîkarê hinardeya petrola Îranê be’, Bîjen Zengene got: “Eger ew (Ewropa) pabend bin, dê bikare alîkarê me be. Ez dixwazin tekezî li ser vê yekê bikim ku eger em nekarin pereyê petrolê bi rêya vê kanalê werbigrin, hingê ew mekanîzm bi kêrî me nayê.”

 

INSTEX saziyek e ku ji aliyê hin welatên Ewropayê ve bo peywendiya darayî li gel Îranê û ji bo piştevaniya bazirganî li gel wî welatî hatiye damezrandin, da ku kompanî û bazirganên ewropî ji dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê parastî bin.

 

Derbarê çawaniya rûbirûbûna hikûmeta Îranê li gel dorpêçên Îranê de jî, Wezîrê Petrolê yê Îranê da xuyakirin: “Min berî niha jî gotibû eger biraderên me yên navxwe bihêlin, em dikarin bi ser dijminên derve de serkevin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst