Kurdên Ewropayê rabûn ser pêyan: Êrişên Îranê tên şermezarkirin

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Xwepêşandan Îran Ewropa
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Kurdên li diyasporayê li hin welatên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrişa Îranê ya li Hewlêrê dest bi çalakî û xwepêşandanan kirin.

Kurd li 16 bajarên Ewropayê dê li ber balyozxaneyên Îranê xwepêşandanan bikin.

Li ser banga Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Kurdên li welatên cuda yên Ewropayê êrişa Îranê ya li Hewlêrê li ber deriyê nûneratiyên Îranê protesto dikin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bangî Kurdistaniyên li Ewropayê kiribû ku ji bo şermezarkirina êrişên mûşekî yên 15ê Kanûna Paşînê yên li Hewlêr, li ber balyozxaneyên Îranê xwepêşandanê bikin.

Bi vê armancê Kurdistaniyên li 16 bajarên welatên cuda yên Ewropayê hatin cem hev, xwepêşandanan li dar dixin.

Li 5 bajarên Almanyayê xwepêşandan tên lidarxistin

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ku ji Dusseldorfê ragihand ku îro li 5 bajarên Almanyayê bi taybetî li paytext Berlînê xwepêşandan bi rê ve diçin.

Tevî Berlînê, li Hambûrg, Hannover, Wolfsburg û Dusseldorfê jî xwepêşandan hatin destpêkirin.

Kurdistaniyên ku li nêzîkî konsulxaneya Amerîkayê ya Dusseldorfê li hev civiyan, alayên Kurdistanê bilind kirin û êrişên Îranê şermezar kirin.

Husamedîn Xuşkaniyê ku li ser navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî daxuyanî da, bal kişand ku di êrişa Îranê de sivîlan canê xwe ji dest daye û got, “Rêveberiya Tehranê sûcê mirovahiyê kir.”

Xuşkanî bal kişand ser wê yekê ku Îran bi heman awayî li Rojhilatê Kurdistanê zilmê dike û destnîşan kir ku civaka navdewletî li hemberî kiryarên Îranê bêdeng e û banga piştevaniya Kurdan jî kir.

“Çi Elewî, çi Êzidî çi Sunî, divê em bi hev re li dijî wê derkevin”

Çalakvanê Kurd ê Êzidî Osman Gudenê ku ev nêzîkî 40 salan e li Almanyayê dijî jî ji Nûçegihanê Rûdawê re axivî.

Çalakvanê Kurd ê Êzidî Osman Guden got:

“Em nikarin li hemberî êrişa li dijî gelê xwe bêdeng bimînin. Di van demên dawî de em dibînin ku hinek kes ji ber ku ji partiyekê hêrs dibin ji van çalakiyan dûr dikevin.

Dema êrişek li dijî gelê me tê kirin, çi partî û rêxistin, çi Elewî, çi Êzidî û çi Sunî divê em bi hev re li dijî vê derkevin. Ji ber ku em bêyî yekîtiyê nikarin tiştekî bikin.”

Osman Guden da zanîn ku wekî Mala Êzidiyan ji bo ku dengê gelê Kurd bigihêje cîhanê, ew tevlî çalakiyê bûne û êrişan bi tundî şermezar dikin.

Siyasetmedar Mesut Tek jî diyar kir ku divê Kurd xebatên lobiyê yên çalaktir bimeşînin.

Siyasetmedar Mesut Tek got:

“Divê li Ewropayê rayedarên me yên bilind û pispor hebin. Divê em nîşan bidin ku Kurdan îro jî wekî di dîrokê de di şaristanî û pêşketina mirovahiyê de kedên girîng dane.”

Mesut Tek anî ziman ku îro li Ewropayê diyasporaya Kurdê rêxistinkirî ye lê divê zêdetir bê kirin.

“Ev êriş li dijî hemû Kurdan bû”

Hîkmet Axayê bi salan e li Ewropayê dijî jî anî ziman:

“Di êrişa terorîstî yên Îranê de sivîl mirin. Heger dixwazin bi Îsraîliyan re hesabên xwe bibînin, Îsraîl li wir e, bi hevalên wan Hemasê re şer dike. Kurd mehsûm in.”

Siyasetmedarê ji Rojavayê Kurdistanê Ebdulbasit Hemo jî got:

“Ev êrişa terorîstî ne tenê li Hewlêrê, li dijî hemû Kurdan bû. Divê em li hemû Kurdistanê bibin yek û li dijî vê derkevin.

Planên neyarên Kurdan pir berfireh in. Ji ber vê yekê divê Kurd hestiyartir bin.”

Siyasetmedarê ji Rojavayê Kurdistanê Ebdulbasit Hemo herwiha got:

“Alaya Kurdistanê ya ku îro li meydanan e, ne alaya partî û parçeyekê ye, alaya hemû Kurdan e.

Divê em di bin vê alayê de dengê xwe bilind bikin û peyama xwe bidin. Hewlêr li hemberî van êrişan serê xwe natewîne.”

Kesayetê Kurd Serhad Xefûrî da zanîn ku ew bi vê çalakiyê dixwazin dengê Kurdan li Ewropayê bigihînin raya giştî.

Kesayetê Kurd Serhad Xefûrî anî ziman:

“Îro em dixwazin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê, Ewropa û bi taybetî Almanyayê. Em gelek in ku daxwaza mafên xwe dikin. Em ji bo kesî ne gef in.

Em êrişa terorîstî ya ku li Hewlêrê sivîl qetil kirin, şermezar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst