Cotkarên Silopiya: Nirxê fistiqan li gor keda me gelek kêm e

01-11-2021
Abdulselam Akinci
Li Silopya îsal li ser 120 hezar donim erd fistiq hatine çandin
Li Silopya îsal li ser 120 hezar donim erd fistiq hatine çandin
Nîşan Şirnex Silopî Fistirqên Binerdî
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) - Li navçeya Silopî ya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê werza rakirina fistiqên binerd dest pê kiri ye. Silopiya di salên dawî de bi berhemanîna fistiqan derketiye pêş. Îsal 120 hezar donimên erd bi fistiqan hatiye çandin û bi vê çandinîya zêde, Silopya li ser asta Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di warê hilberînê de bûye yekem.Tevi ku îsal berhem gelekî baş e jî cotkar kîloya fistiqan bi 6 lîreyan difroşin, ev nirx li gorî keda ku tê dan, gelekî kêm e. Lê fistiqên ku berhemhêner bi 6 lîreyan difroşin, kargeh û market didin bi 35 lîreyan. Ji ber vê jî cotkarên fistiqan ne razî ne.

Çîroka fistiqên binerd li Silopî  ewil car bi teşwîq û rênçşandana cotkarekî fistiqan ê ji Osmaniyê ye di sala 2006an de ku li 200 donim erd destpê kiriye. Îsal ev reqem derketiye 120 hezar donim erd û cotkarên fistiqên Silopî  îsal çeverêyî 60 hezar ton berhem in.

Cotkar Hecî Îbrahîm Guven dibêje: “Niha deh panzdeh gundên Silopî çandinîya fistiqan dikin. Di vî karî de yên ku traktor dişixulînin yên ku kirê distînin, yên ku çiwala dadigirin, yên avdanîyê dikin, ên  bar dikin yanî bi giştî pereyên vî karê ji deşta Silopiya re dimîne.”

Di heyamê pandemiyê de ji ber sînordarkirina jiyanê firotina fistiqên binerd daketiye asta herî kêm ji ber wê jî di destê dukandaran de hêj fistiqên par hene. Ji vê sedemê îsal zêde ye lê bihayê fistiqan li gor par îsal erzantir e.

Cotkar Salih Guvcîn jî dibêje: “Em çandinî ya van fistiqan dikin, lê em zirar dikin.Tovê wan, dermanê wan, mazota wan, karkeriya wan, traktora wan avdaniya wan, mazota wan jî di tev de em hesab dikin ji bo kîloyek fistiq 4 lîre mesref dertê, lê em kîloyek difroşin bi 6 lirêya. Ma ka yê çawa çê be. Di kîloyek de 2 lîre ji me re dimîne ew jî me xilas nake.”

Silopiya li gel ku navçeyek bazirganî û çandiniyê ye di salên dawî de di warê hilberîna fistiqên binerd de li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rekor tomar kiriye û derketiye rêza yekemîn.

Karker Silhedîn Durak jî got: “Qezenca kar heqê mesrefa xwe dernaxe. Ji ber vê fistiq li ser hevdu de maye. Em dê bixin embara bihêlin ma em dê çibikin.”

Karker Nizar Oktay jî got: “Ji xwe fistiq li erdê mane û em dî bixin embara. Jixwe mazot biha ye, gubre biha ye. Mirov karker dide xebatê karker dibêje destheqa min evqas e. Dema ku hesabê van tişta tê girtin fistiq di ser cotkar de dimîne.”

Di berhemanîna fistiqên binerd de li dinyayê Çîn, Hindistan, Nîjerya û Amrîka û li Tirkiyê jî piştî  Silopî, Osmaniye û Edene di rêza serî de ne. Lê ji ber ku febrîqeyên bikaranîna fistiqan li Silopî tune ye hemû berhem ji bo bajarê Osmanîyeyê  tên şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst