Lîtreya mazotê bi ser 37 lîreyan ket!

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mazot Benzîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lîtreya mazotê 1,07 lîreyan biha bû.

Piştî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bac hatin zêdekirin her ku diçe mazot û benzîn bihatir dibin. 

Ji îro pê ve bihayê lîtreya mazotê 1,07 lîreyan tê zêdekirin.

Piştî vê girankirinê bihayê lîtreyeke mazotê bi ser 37 lîreyan ket. 

Bi bihayên nû, lîtreya mazotê li Stenbolê bû 36,42 lîre, li Enqereyê bû 36,90 lîre û li Îzmîrê jî bû 37,08 lîre.

Herwiha 21ê Tîrmehê bihayê mazotê 1,55 lîreyan û 28ê Tîrmehê jî 1,45 lîreyan zêde bûbû.  

Herwiha tê çaverêkirin ji sibe û pê ve LPG jî 2 lîreyan biha bibe.

Her ku nirxê lîreyê Tirkiyeyê li hemberî pereyên biyanî dadikeve mazot û benzîn bihatir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst