Mixalefeta Almanyayê ji bo cixareyên elektronîk daxwaza tedbîrên tund dike

30-12-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Almanya Cixareyên Elektronîk
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Li Almanyayê bikaranîna cixareya elektronîk û firotina wan her ku diçe zêdetir dibe.

Partiyên mixalefetê yên li welêt jî ji bo kontrolkirina firotinê daxwaza tedbîrên tundtir dikin.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şino di raporta xwe de ku li ser zêdebûna bikaranîna cixareya elektronîk a li Almanyayê amade kiriye, li ser mijarê bi welatiyê Başûrê Kurdistanê yê bi navê Dilovan Qaîdî re axivî.

Dilovan Qaîdî li Almanyayê xwediyê depoyek pirfirotanê ye.

Qaîdiyê ku pêdiviyên bazaran dabîn dike, got ku di salên dawî de li Almanyayê firotina cixareyên elektronîk zêde bûye.

“Divê ew li gorî qanûnên Ewropayê bin”

Dilovan Qaidî ji Rûdawê re diyar kir ku ew 15 cureyên cuda yên cixareyên vape yên elektronîk difiroşin û wiha berderwam kir:

“Cixareyên vape yên ku ji her dewletekê re tên şandin divê zimanê wî welatî li serê bê nivîsandin.

Yanî çi xeterî û berhemên di nav de û çend caran bê bikaranîn divê bi zimanê wî welatî bên nivîsandin.

Ji ber ku em niha li Ewropayê ne, divê ew li gorî qanûnên Ewropayê bin.”

Li Almanyayê cixareyên elektronîk û berhemên tûtinê ji kesên ji 18 salî mezintir re tên firotin.

Lêbelê, li Almanyayê di navbera vape û berhemên tûtinê de dijayetiyek heye.

Li Almanyayê firotina hemû cixareyên bi tam û bêhn ên ku ji titûnê tên çêkirin qedexe ne lê firotina her cureyên vapeê serbest e.

Di guherîna qanûna tûtinê de jî cixareyên bi tam hatiye qedexekirin û mixalefet jî piştgirî dide guherinê.

Hikûmeta Alman ji bo qedexekirina cixareya elektronîk a ku ji bo carekê tê bikaranîn heta niha ti gav neavêtiye.

“Em ji tedbîrên nû yên ji bo parastina ciwanan re dibêjin erê”

Parlamenterê parlamentoya Federal a Almanyayê Hans-Jurgen Thiers got, “Ez pir bi zelalî dibêjim, li ser vê guherînê tu nêrîneke min tine.

Tedbîrên nû ji bo parastina ciwanan û tenduristiya bikarhêner têne armanc kirin, ji ber van sedeman em dibêjin erê.

Koma me piştgirî dide pêşnûmeya biryarê lê ez naxwazim rexneyên xwe yên li ser hikûmeta federal paşguh bikim.

Bi vê guherîna qanûna tûtinê re, mixabin em dê şansê qedexekirina cixareya elektronîk a yekcar winda bikin.

Li Almanyayê ji sala 2000î û vir ve zêdetirî 22 mîlyon kesên di ser 15 salî re cixare dikişandin.

Ev hejmar niha daketiye 15 milyonî. Tê çaverêkirin ku ev hejmar heta dawiya sala 2025an dakeve 12 mîlyonî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst