Amerîkayê siza danî ser bernameya dronên Îranê

30-10-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Drone Siza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezînê ya Amerîkayê bernameya Îranê bo çêkirina firokeyên bê firokevan (drone) ceza kir daku guşarê bixe ser Tehranê berî destpêkirina gotûbêjên bernemeya wê ya etomî.

Wezareta Xezînê ragihand dronên Îranî ku ji aliyê hêzên Pasdarên Îranê ve tên bikaranîn, gelek caran êrîş bi ser hêzên Amerîkî û keştiyên navdewletî yên li navçeya Kendavê pêk aniye.

Herwiha Wezareta amaje bi wê yekê dike ku Îranê ev dron bo Hizbullaha Lubnanê, Hemas û tevgera Hûsiyan a Yemenê şandiye, di heman demê de ve dron li Etiyopiyayê jî hatine bikaranîn.

Yek ji wan kesên cezayên Wezareta Xezînê ya Amerîkayê li ser hatine ferzkirin, fermandarê Hêzên Pasdaran General Seîd Axajanî ye ku serkirdayetiya wan dronan dike.

Amerîka Seîd Axajanî bi wê yekê tohmetbar kir ku destê wî di êrîşên sala 2019an yên ser rafînereke petrolê ya Siûdiyê de hebû, herwiha êrîşên 29ê Tîrmeha 2021ê bo ser keştiyeke bazirganî li peravên Umanê, ku tê de du endamên tîma wê hatin kuştin.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê di wan sizayan de herdû kompaniyên Kimia Part Sivan û Oje Parvaz Mado Nafar kirin armanc ku parçeyên wan dronan bo hêzên Pasdaran peyda dikin.

21ê vê mehê bi dronan êrîşek bo ser Binkeya Tenef a hêzên Amerîka li Sûriyê hat kirin, Wezareta Berevaniya Amerîkayê ji aliyê xwe ve Îran bi wan êrîşan tohmetbar kir.

Li aliyê din li ser biryara Wezareta Xezîneya ya Amerîkayê, Wezareta Derve ya  Îranê bertek da.

Berdevkê Wezareta Derve yî Îranî Seîd Xetîbzade di derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de dibêje “Ev nîşana helwesta nakok a Qesra Spî ye.”

Hatîbzade destnîşan kir ku gavên hatine avêtin berdewamiya siyaseta neserkeftî ya zexta herî zêde ya Trump e û nikare bigihîje armanca xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst